Mijdar 02, 2024 16:30 Asia/Tehran
  • Hejmartina berovajî ji bo avêtina setlaytên Îranê ji binkeya fezayî ya Rûsyayê dest pê bû

Du setlaytên beşa nehikûmî ya Îranê li Binkeya Fezayî ya Vostochny'a Rûsyayê ji bo avêtinê tên amadekirin û biryar e ku datayên wan di heyama du salan da li warên jîngeh, çandinî, înterneta tiştan û hwd werin bikaranîn.

Li gorî nûçeya ISNAyê, Îran biryar e bi zûtî du setlaytên xwecihî yên bi navê "Kewser" û "Hodhod" ku ji aliyê beşa nehikûmî ya welêt hatine çêkirin, bişîne fezayê.

Biryar e ev du setlayt roja 5ê Mijdara 2024an ji Binkeya Fezayî ya Vostochny'a Rûsyayê bo fezayê bên avêtin.

 

Serepeyv