Cotmeh 31, 2024 15:19 Asia/Tehran
  • Setlayta NASAy rabûna 'Dûkelê Deryayê' ji qerselaneke Cemsera Başûr tomar kir

Setlayta Landsat 8'ê ya NASAyê dîmenek ji rabûna Dûkelê Deryayê ji qerselana navçeyeke nasyar bi Giraca Kajê (Pine Island) li Cemsera Başûr tomar kir.

Li gorî rapora IRNAyê ji zarê Malpera MSNê, Dîmeneke kêmdîtî ku vê dawiyê ji aliyê setlayta NASAyê va hatiye kişandin, qerselanek (girseyên mezin ên qeşayê li xwezayî nemaze li cemserên bakur û başûr û deverên nêzikî wan) li rojavayê Cemsera Başûr di rewşa ku dûkel jê rade, nîşan dide. Lê ev diyardeya bi navê 'Dûkelê Deryayê' di rastiyê da dûkel nîne, ev mij û dûman e û bi awayê zîvalên nazik ên sipî li ser asta tarî ya ava oqyanûsê xuya dibe.

Dûkelê Deryayê li qiraxa dawiya qerselanê her wiha li ser avên azad di dirêjahiya qiraxa wê ya bakur pêk hatiye û dîtina vê dîmenê bala zanyaran kişandiye.Av û ba hêmanên pêkhatina dûkelê deryayê ne.

Li gor gotina karzanên NASAyê, hatina bayên giran bûye sebeb ku ku qeşa û ava sartir wêda biçe û ava germtir bigihêje jortir. Tûşbûna hewayê sar û ava germtir dibe sebeb ku nêma heyî li nav hewa veguhere mijeke tîr û çirr.Qerselanên Girava Kajê beşeke bingehîn û di bin çavdêriya berdewam li Cemsera Başûr in ku ji ber germbûna cîhanê li ber xetera vehelîna lezgîn in.

Pêvajoya vehelîna qerselanan ji deheya 1990î va bi awayekî berbiçav zêdetir bûye, ji ber ku qerselan di bin bandora hewayê germ, av û kêmasiya berfê hevsengiya xwe ya dîrokî ji dest dide û êdî nikare qeşayên nû li xwe zêde bike.

Serepeyv