Starmer: Weşanger divê hevdem digel pêşketina Hişê Çêkirî, naverokên xwe kontrol bikin
'Keir Starmer' Serokwezîrê Brîtanyayê dibêje, li gorî guherîna ku Hişê Çêkirî di abor û şêwaza jiyana me pêk tîne, rojnamevan û weşanger divê kontrola wan li ser xebata xwe hebe û li pey wergirtina lêçûnê ji kompaniyên pêşdebira Hişê Çêkirî di berdêla sûdwergirtina ji naveroka xwe da bin.
Li gorî nûçeya ISNAyê, Keir Starmer Serokwezîrê Brîtanyayê di nivîsarekê da bi boneya damezirandina Kampanyaya Rojnamevaniyê ya Lijneya Medyayên Nûçeyan, piştevaniya xwe ya bihêz ji medyayên nûçeyan li hember pêşxistina Hişê Çêkirî ragihandiye.
Wî got ku hikûmeta wî dê her tim berevaniya azadiya çapemeniyê û belavkirina rastiyê ji aliyê rojnamevanan va bike û hişyarî da, nabe îzn bidin ku teknolojiya dîjîtal bandorê li azadiya çapemeniyê bike.
Starmer di nivîsara xwe da ragihandiye ku, zêdetirî 900 medyayên nûçeyan ên xwecihî û neteweyî li Brîtanyayê hene û divê em jê agehdar bin ku hêza ber bi zêdebûnê ya teknolojiya dîjîtal, nemaze di serdema ku ku Hişê Çêkirî dest bi guhertina abor û şêwaza jiyana me kiriye da, azadiya çapemeniyê ji nav nebe.
Li gor gotina wî, divê kontrola weşangeran li ser xebata xwe hebe û li pey wergirtina lêçûnê ji kompaniyên pêşdebira Hişê Çêkirî di berdêla sûdwergirtina wan ji naveroka xwe bin.