Cotmeh 19, 2024 16:36 Asia/Tehran
  • Hişê Çêkirî wê rojekê bi zanebûn wêrankarî bike

Kompaniya Pêşxistina Hişê Çêkirî ya Antropîkê (Anthropic) dibêje, Hişê Çêkirî dê rojekê bikare mirovahiyê rastî wêrankarî û xirabkariyê bîne; lê carê her tişt bi başî bi pêş va diçe.

Li gorî nûçeya ISNAyê, Kompaniya Anthropic'ê ku ji pêşxerên Hişê Çêkirî ye، vê dawiyê lêkolîneke nû belav kiriye ku tê da komelek ji gefên potensiyel ên xirabkariya dijî mirovahiyê ji ber modelên pêşketî yên Hişê Çêkirî nas dike.

Li gorî gotina vê kompaniyê, vê lêkolînê bala xwe daye ser çar şêwazên taybet ku modeleke Hişê Çêkirî yê wêranker dikare mirov bixapîne da ku biryareke xeternak an ziyanbar bide.

Di dawiyê da, van lêkolînên nû nûçeyeke baş û nûçeyeke nebaş bo me hene. Nûçeya nebaş ev e ku li gorî lêkolînên vê kompaniyê, Modelên Zimanî yên Mezin (LLM) ên pêşketî weke ChatGPT û Claude-3 potensiyeleke zelal û aşkira ji bo xirabkarîyê hene.

Di bê lêkolînê da hatiye: Modelên ku têra xwe bihêz in, dikarin çavdêrî û biryardana mirovî di warên girîng da bixin bin pirs û kêşeyê; wek mînak, di warê pêşxistina Hişê Çêkirî da, modelên Hişê Çêkirî dikarî bi awayekî nepenî hewldanên ji bo nirxandina şiyan û karînên xwe yên xeternak, çavdêriya li ser tevgeriyana wan an jî biryardana li ser bicihbûna wan aloz bikin.

Di vî halî da nûçeya baş jî ev e ku lêkolerên Kompaniya Anthropic'ê dilniya ne ku ev xetere herî kêm di dema niha da dikarin werin kêmkirin.

 

Serepeyv