Îlon 29, 2024 16:35 Asia/Tehran
  • Têkiliya ecêb navbera birûskê û gemarbûna hewa

Encamên lêkolîneke nû nîşan didin ku birûsk herî zêde li asimanên bi hewayê gemar diqewimin.

Li gorî nûçeya ISNAyê, Guherînên ji ber çalakiyên mirovî li atmosfera xwezayî hin dûhatan pêk tîne ku derdem nayên diyarkirin. Wek mînak niha li gorî lêkolînekê gemarbûna hewa wek sebebek ji bo zêdebûna hejmara birûskan li babirûskan hatiye zanîn.

Lêkolerên Zanîngeha James Madisonê li Vîrcîniyaya Amerîkayê bi analîzakirina zêde ji 500 hezar babirûskan li Waşîngton DC û Kanzas Sîtiyê di heyama 12 salan da tê gihîştin ku hebûna pirtikên hûr ên zêdetir li hewa bi awayekî berfireh dibe sebeba zêdebûna hejmara birûskan.

Bahoza birûskî anku Babirûsk (Thunderstrom) ku wek bahoza elektrîkî jî tê binavkirin, cûreyeke hewayê tevlihev e ku taybetiya wê hebûna birûskê û bandora wê ya deng li atmosfera erdê yanî gurmijîna ewran e.

Serepeyv