Îlon 17, 2024 15:42 Asia/Tehran
  • Seyrokeke nû li Komstêra 'Hirçê Mezin' hat keşifkirin

Hin styêrknasên Zanîngeha Kopernikayê li Toruniu'ya Polonyayê stêrkeke nû li Komstêra Hirçê Mezin (Ursa Major) peyda kirin.

Li gorî nûçeya IRNAyê ji zarê Physê, Hin styêrknasên Zanîngeha Kopernikayê li Toruniu'ya Polonyayê stêrkeke nû li Komstêra Hirçê Mezin (Ursa Major) peyda kirin ku girsî û giraniya wê 11 qatî girsiya Seyroka Brcîsê (Mişterî) li Pergala Rojê ye û heyama zivirîna wê li dora stêrka xwe 14 salên li ser Erdê ye û germahiyab wê jî 100 pileyî di bin sifir da ye.

Hatiye ragihandin ku navbira vê seyrokê û stêrka ku li dorê dizivire şeşe yekîneyên stêrknasiyê ye û her 14 salên ser Seyroka Erdê carekê li dora stêrka xwe dizivire.

 

Serepeyv