Tebax 28, 2024 21:12 Asia/Tehran
  • ChatGPTya îranî bi sazgariya herî zêde digel Zimanê Farisî dikeve xizmeta mişteriyên sazûmanan

Mihendisên bernamenivîs ên kompaniyeke Startupê ya bicihbûyî li Parka Zanist û Teknolojiyê ya Xorasanê modeleke zimanî ya ChatGPTyê ji bo sûdwergirtina li sazûmanan raber kirine û li gor gotina wan, ev berhem sazgariya herî zêde digel Zimanê Farisî û Rêzimana Farisî dabîn dike.

Hadî Kelematî Rêveberê Giştî yê vê kompaniya Startupê di gotûbêja bi ISNAyê ra got ku, warê çalakiya vê kompaniyê Hişê Çêkirî û Hişê Bazirganî ye. Baskekî vê kompaniyê li Çiqa ITyê ya Parka Zanist û Teknolojiyê ya Xorasanê û baskê wê yê din li Zanîngeha Îlm û Senetê ya Tehranê bi cih bûye.

Wî got, lêkolînên me bi taybet di warê proseskirin û analîzkirina nivîsê ye. Yek ji modelên herî pêşketî ku di salên dawî da li cîhanê hat raberkirin, modelên zimanî yên weke ChatGPT û Google Bardê bû.

Kelematî got, hinek ji projeyên warê hikimdariya datayê li hinek welatan wek planên bingehîn û esasî tên zanîn, weke nermalavên peydakirina rêgehê ku nimûneya wê Nermalava Nîşanê (Nişan) ye û em nikarin bibêjin çima tevî ku Google Maps heye, ev nermalav hatine pêşxistin; ji ber ku ev nermalav data û zanyariyên gelekî binirx û tratejîk di nava xwe da hildigirin.

Wî got, yek ji armancên vê startupê di warê Hişê Çêkirî da, pêşxistina modelên zimanî weke ChatGPTyê ye û ji ber vê yekê me vê dawiyê modelek pêş xistiye ku xwedan 35 parametr, diqeta zehf û sazgariya gelekî zêde digel Zimanê Farisî ye.

 

Kelematî got: Me hewl da vê berhemê bi armanca zêdekirina leza bersivdana bo mişteriyan li beşên piştevaniya mişteriyan ên sazûmanan, kara û kêrhatî bikin.

Wî got ku pêkanîna atmosfera Chatbotê ji karayîyên modelên zimanî ye û wisa domand: Ji bilî wê yekê ku em bikarin serederiya bi vê modelê ra hêsan bikin, me xizmeta veguhertina deng bo nivîsê jî damezirandiye û biu vê xizmetê êdî hewce nake ku bikarêner naveroka pirsên xwe binivîsin, belkî bikarêner pirsên xwe dipirse û bi xizmeta veguhertina deng bo nivîsê, pirsên hilêxistî vediguherin nivîsê.

Vî pisporê teknolojiyê got: Nivîsa amadebûyî bo modela zimanî ya dîzaynkirî tê şandin. Vê modelê hêza xwe ya analîz û vekolandinê heye û bersivê amade dike û nîşanî bikarêner dide.

Wî taybetmendiyeke din a modelên zimanî şiyana wan a cîbecîbûnê di nava zimanên cûrbecûr da zanî û got: Di modelên klasîk ên ên salên berê di warê teknolojiyê da dihatin bikaranîn, em neçar bûn ku modelên ciyawaz ji bo zimanên Farisî, Inglîzî û hwd çê bikin, lê taybetmendiya giring a van modelan eva ye ku bi rehetî mirov dikarî bi her zimanekî bi wan ra biaxive.

Rêveberê Giştî yê vê kompaniyê her wiha got: Dibe ku em îzna bidestxistina rêzikname û zanyariyên sazûmanî yên bi Zimanê Farisî bidine vê modelê, lê kesek ku zimanê wî Erebî ye dikare têkildarî van rêziknameyan bi modelê ra (bi Zimanê Erebî) biaxive.

Wî li ser alîkariya van modelên zimanî bo hikimdariyê, got: Van modelan hêza xwe analîz û bidestxistina encamê hene. Em wek mirov, mejiyê me hêza xwe ya analîzkirinê heye, lê bîr û hafizeya me sînordar e; lêbelê ev model dikarin xwedan bîr û hafizeyên gelekî mezin bin û di demeke kurt da ji bo bersivdana bo pirsekê gelek zanyariyan analîz bikin û bersiva xwe raber bikin.

 

Serepeyv