Tebax 15, 2024 16:45 Asia/Tehran
  • Teknolojiyeke nû bi diqeta sedî 97 hizrên mirov vediguherîne gotinê

Teknolojiyeke nû ku ji bo kesên astengdar ji hêla bedenî va hatiye çêkirin, sîgnalên mejî di dema ku kesekî astengdar hwl dide biaxive anaklîz dike û wan vediguherîne nivîsê û piştra komputer wê dike deng.

Li gorî rapora ISNA'yê ji zarê IAyê, alaveke têkiliya navbera mejî û komputerê ya nû (BCI) ku li UC Davis Healthê hatiye pêşxistin, dikare sîgnalên mejî bi diqeteke berbiçav heta sedî 97 wergerîne bo gotinê û îdia dike ev diqeta herî bilind e ku heta niha ji aliyê sîstimeke wiha va hatiye bidestxistin.

Lêkoleran hin hîsker li mejiyê mêrekî bi aloziya axaftinê ya giran a ji ber Skleroza Pêreyî ya Amyotropîk nasyar bi ALSê (Amyotrophic lateral sclerosis) çandin; wî karî di heyama çend deqeyan piştî bikaranîna sîstemê da, hizrên xwe diyar bike.

ALS ku pirranî wek Nexweşiya Lou Gehrig tê naskirin, xebata şaneyên rehan ku berpirsê kontrolkirina tevgerên bedenê ne, tûşî aloziyê tîne.

Bi pêşketina vê nexweşiyê, mirov hêdî hêdî şiyana rawestiyan, meşiyan û xebitandina destê xwe ji dest dide. Her wiha, ev nexweşî dikare masûlkeyên hewce ji bo axaftinê tûşî aloziyê bîne û di dawiyê da dibe sebeb ku têkiliya bi rêya axaftinê bi temamî ji dest biçe.

 

Serepeyv