Hişê Çêkirî hebûneke berbiçav di berhemên nû yên Googleê da heye
Rûdana danasîna berhemên nû yên Kompaniya Googleê çend saet berê di halekî da hat lidarxistin ku vê kompaniyê 4 modelên mobaylê yên nû, saeteke hişmend û AirPod'ên nû û nermalavên xwe yên nû nimandin.
Di vê navberê da, divê em balê bikişînin ser rola Hişê Çêkirî yê Googleê nasyar bi Gemini'yê; ji ber ku Google jî weke kompaniyên din herî zêde berhemên xwe digel Hişê Çêkirî sazgar dike.
Googleê Alîkarê xwe yê Hişê Çêkirî verast kiriye. 'Rick Osterloh' Serokê Beşa Hişkalavê yê Googleê got: Ev hilbazdana herî mezin a ber bi pêş ji dema damezirandina Alîkarê Googleê ye û Google soz dide ku vê Alîkarê ne tenê ji bo alavên nû yên herî pêşeng, belkî ji bo mobaylên xwe yên navînrêz jî pêşkêş bike. Her wiha ne tenê mobaylên Googleê, hemî mobaylên sîstema Android jî dê jê sûd wergirin.
Sameer Samat Rêveberê Beşa Android di vê rûdanê da 'Gemini' wek "Alîkara herî berdest a Hişê Çêkirî" bi nav kir.
Li gorî ragihandina Googleê, mirov dikare Gemini'yê li ser her sepana ku bi kar tîne vexwîne û bersiva pirsên xwe têkildarî her tiştê ku li ser şaşeyê heye, jê bistîne.
Wek mînak bikarêner dikare ji Gemini'yê bixwaze ku faylên heyî li Driveê yan peyamêîn heyî li ser Gmailê jî ji bo berhemanîna naveroka nivîskî bi kar bîne.
Wekî din gellek nermalavên nû yên Googleê hatine pêşkêşkirin ku gişt Hişê Çêkirî digirin xizmetê.