Tîrmeh 24, 2024 18:10 Asia/Tehran
  • Amûra ku ji hewayê ziwa jî avê hildiberîne

Nimûneya seretayî ya amûreke nû, ava vexwarinê ji hewayê hemî navçeyan heta navçeyên bi keşûhewaya ziwa û bêav jî berhem tîne.

Li gorî rapora ISNA'yê ji zarê ScienceDaily'ê, Hewayê atmosfera Erdê pêkhatî ji oqyanûseke avê ye ku têra 800 caran tijîkirina Gola Xwê ya Mezin (Great Salt Lake) a Eyaleta Yûtayê (Utah) li Amerîkayê dike.

Berhemanîna avê ji nêma hewayê atmosferê wek rêyeke potensiyel ji bo dabînkirina ava vexwarinê ya paqij ji bo miliyaran kesî li seranserî cîhanê ku tûşî kêmasiya demdirêj a avê ne, tê berçavgirtin.

Teknolojiyên heyî ji bo hilberandina avê ji hewa aliyên xwe yên nerênî di gellek mijaran weke mezinahî, xerc û karayîyê hene; lêbelê lêkolerên Zanîngeha Yûtayê hin zanyarî bi dest xistine ku dikarin karayîyê baştir bikin û cîhanê pêngavekê li sûdwergirtina ji hewa wek çavkaniya ava vexwarinê li deverên ziwa û bêav nêziktir bikin.

Ev lêkolîn amûreke hilberandina avê ji hewa dide nasandin ku wek nimûneya yekem di cûreya xwe da tê hesab. Sameer Rao lêkolerên payebilind ê vê projeyê got: Ev nimûneya seretayî ya du-qonxî pişta xwe dide madeyên hilmij û cazîb ku molekûlên avê ji hewayê ziwa û bênêm derêxin. Piştra ev amûr, germahiyê ji bo azadkirina van molekûkan di forma şilekî da bi kar tîne.

Raoyî çarçovên Organometalîk (Organometallic) şibihandine hin legoyan ku dikarin ji bo çêkirina cûreyên nijyar û pêkhateyan werin bikaranîn. Ew bi awayekî tên hilçinandin ku molekûleke îdeal ji bo cidakirina gazên îcad bikin. Ev nimûneya seretayî ku bi alîkariya Nathan Ortiz xwendekarê Zanîngeha Yûtayê hatiye çêkirin, Fûmarata Alûmînyûmê (Aluminum Fumarate) bi kar tîne; ev made hin weke hin panelan hatiye şekildan ku avê di dema derbasbûna hewa da berhev dike.

Ortizî got: Molekûlên avê li ser asta madeyên me asê dimînin û tên hilmijandin û eva pêvajoyeke vegerrbar e. Bi vî awayî ku, molekûlên avê li dewsa ku di nava wê madeyê bixwe da bên tevlihevkirin, li ser astên wê yên derveyî dadinîşin. Tiştê balkêş têkildarî madeyên hilmij eva ye ku wan ast û rûbereke gellekî berfireh hene ku dikarin molekûkên avê di nava xwe asê bikin û wan dawerivînin.

Gellek teknolojiyên nûdiyarbûyî ji bo hilberandina avê ji hewayê atmosfera Erdê hene, lê ew demekê bi hêsanî dixebitin ku hewa nêmdar be.Ti yek ji van teknolojiyan nikarin di atmosferên ziwa da werin bikaranîn. Ortiz bawer e ku ev amûr dikare nimnûneya yekem ji van amûran be ku ji hewayê ziwa jî avê hilberîne. Ev lêkolîn di Kovara "Cell Reports Physical Science" da hatiye çapkirin.

Serepeyv