Tîrmeh 17, 2024 17:08 Asia/Tehran
  • Kîjan beşa Mejî dibe sebeba Pirsokîbûn û Mereqdariyê?

Lêkoleran ew beşên mejî ku têkiliya wan bi mereqdarî û pirsokîbûna mirov hene bi awayekî deqîq diyar kirin.

Li gorî rapora IRNA'yê ji zarê ScienceAlert 'ê, Pirsokîbûn an jî Mereqdarî li ser mijar û pirsên cûrbicûr beşeke giring ji mirovbûnê ye ku me ber bi hînbûnê û sazgarbûna digel atmosfer û hawîrdorên nû va han dide.

Niha bo cara yekem, lêkolerên Zanîngeha Kolombiyaya Amerîkayê xalek di mejî da diyar kirine ku serçaviya Pirsokîbûnê ne. Wan FMRI (Wênesaziya Rezonansa Megnetîkî ya Karkerdî an jî MRI'ya Karker5dî ku şêwazeke wênekişandinê di MRI'yê da ye) ji bo pîvandina asta Oksîjenê di beşên cûrbicûr ên mejî da bi kar anîn da ku tê bigihêjin ka her beşeke mejî di her demekê da çiqasî mijûl e.

Zanîna vê yekê ku serçaviya rewşa Pirsokîbûn û mereqdariyê ku derê ye dikare rêbazeke dermanî ji bo şert û mercekê dabîn bike ku tê da mirov êdî mereqa tiştekî nake; weke tengijîn û damayîna demdirêj.

'Jacqueline Gottliebê Esebnas (neurozanîst) û lêkolerên din di cerribandinên xwe da bi bikaranîna skenên FMRI'yê çalakiyeke berbiçav li sê xalên mejî dîtin: Qata paşserî-Cênik (temple) ku têkildarî bînahî û têderxistina tiştan ji ser hevdu ye, Qata Zikoka Navîn a Pêş-Enî (bi Inglîzî: Ventromedial prefrontal cortex) ku rêveberiya îdraka bihadarî û pêbaweriyê dike û Qata Sîngûlîta Anteryor (Anteroir Cingulate) ku ji bo berhevkirina zanyariyan tê bikaranîn.

 

Li gorî gotina lêkoleran, ev encam nîşan didin ku çawa şekl û teşeya hawirdeya îdrakî bi rêya temsîlkirinên neural/esebî yên bidûhev tê veguhertin da ku di dawî da hesta mereqdarî û pirsokîbûnê rake.

Balkêşiya vê lêkolînê ji ber vê yekê ye ku mereqdarî beşeke bingehîn a mirovbûnê û klîda mayîna me wek cûreyeke bûneweran e û bêyî wê, me yê karayîyeke baş di hînbûn û wergirtina zanyariyan da tunebe.

Li gorî gotina Gottlieb, ji Mereqdariyê ra reh û kokên biyolojîk ên dirêj hene.  Mereqdarî mirov ber bi lêkolîneke gellekî berfirehtir anegorî heywanên din han dide û pirranî tenê ji ber vê sedemê ye ku em dixwazin hin tiştan keşif bikin; ne ji ber vê sedemê ku em bi dû padaşeke madî bin.

Serepeyv