NASA'yê derbasbûna deqîq a demê li ser Heyvê pîvand
Ji ber cihêwaziya Hêza Kêşanê li ser Erd û Heyvê, dem li ser Heyvê zûtir ji ya Erdê derbas dibe û em niha bi pîvandin û hesabên zanyarên NASA'yê tam dizanin ku dem li ser Heyvê çiqasî bileztir derbas dibe.
Li gorî rapora ISNA'yê, Ji ber ku hemî li benda memûriyetên bi-lêniştî bo Heyvê bo cara yekem di dehsaliyên dawî da ne, endazyarên NASA'yê vê mijarê vedikolînin ku dem li wir heta çi radeyekê bileztir derbas dibe.
Li gor Teorîya Nisbîbûna Giştî ya Albert Einstein, derbasbûna demê dikare di du zemîneyên bi Hêza Kêşanê yên cuda, cihêwaz be; bi awayekî diyar, çiqasî Hêza Kêşanê bihêztir be, ewqasî dem hêdîtir derbas dibe û berovajî.
Ev bi vê wateyê ye ku cihêwaziya hema bêje berfireh di girsbûn û giraniya Erd û Heyvê dibe sebeb ku dem li vir yanî li ser Seyroka Erdê hêdîtir derbas dibe.
Beriya vêya me bi rastî qet hewcetî bi pîvandin û hesabkirina vê nakokiya demê tinebû, lê bi îhtimala pêkhatina memûriyetên bi-lêniştî yên zêdetir û asoya bicihbûna dayîm a mirov li ser Heyvê, cûreyên pergalên têkilîdanîn û navîgasyonê ku biryar e navbera Erd û Heyvê hatûçûna wan hebe divê sîstemeke xwe ya hesabkirina demê ya deqîq û hevaheng hebin.
Di Nîsana 2024an da, Ofîsa Siyaseta zanist û Teknolojiyê ya Amerîkayê demeke diyarkirî heta sala 2026an ji bo tayînkirina Dema Hevaheng a Heyvî anku "Coordinated Lunar Time" (LTC) sepand ku weke şêwaza pîvandina Dema Hevaheng a Cîhanî (UTC) li ser Erdê ye.
Niha komeke Labratuwara Pêşbir a Cêtê ya NASA'yê li CalTech'ê (California Institute of Technology) di nivîsareke nû da, xebatên bîrkariyê ji bo pîvandina esehtir û deqîqtir a leza derbasbûna emê li ser Heyvê anegorî Erdê p-êk anîne.
Li gorî encama van pîvandinan, dem li ser Heyvê 0.0000575 (57.50 Mîkro-Saniye) carî bileztir ji Erdê derbas dibe. Ev pîvandin pêngaveke bingehîn ji bo îcadkirina Demeke Hevaheng a Heyvî ya standard e ku endzyar û lêkolerên din dikarin wê ji bo hevahengkirina çalakiyan li Heyvê bi kar bînin.