Encama lêkolînekê: Ji bo daxistina tansyona xwînê bacansoran bixwin
Li gor encamên lêkolînekê, xwarina rojane ya qaseke bacansoran di daxistina tansyona xwînê da alîkar e.
Li gor rapora IRNA'yê ji zarê Malpera Le journal des femmes'ê, Hîn li ser vê mijarê nîqaş tê kirin ku bi rastî bacansor sebzemenî ye yan mêwe; lê bi her awayî lêvanlêv e ji rîşal (fîber), vîtamîn û Antî-Oksîdanên ku hucre, çerm û organên bedena me diparêzin.
Li gor lêkolînekê ku li Barselona Spanyayê li ser 7 hezar û 56 kesan pêk hatiye û di destpêka sala 2024an da hatiye weşandin, xwarina bacansoran bandoreke berbiçav di kêmkirina zexta xwînê anjî tansyona xwînê dike û bi vî awayî ji bo dil sûdmend e.
Ev lêkolîn vê yekê piştrast dike, kesên ku tansyona xwîna wan bilind nîne û bacansor an xwarinên pêkhatî ji bacansorê dixwin, 36 caran kêmtir li ber metirsiya tûşbûna bi vê nexweşiyê ne.
Vê lêkolînê diyar kir, Tansyona xwînê ya Diyatolîk a kesên tûşbûyî bi tansyona bilind ku bacansor an xwarinên pêkhatî ji bacansorê zêde dixwarin, anegorî kesên ku qet ev madeya xwarinî nedixwarin an gellekî kêm ew dixwarin, bi rêjeya yek ji sêyê kêm bû. Tansyona xwînê ya Diyastolîk fişara xwînê li nav demaran di dema bêhnvedana dil da nîşan dide.
Şêwaza xwarina bacansorê (bi awayê xav li nav saladê yan Sandwîç an bi awayê pehtî li nav Sosê) di vê lêkolînê da nehat vekolandin.
Xwarina rojane 82 gram bacansorê di rojê da bandoreke zehf li daxistina tansyona xwînê dike.