Lêkolîn | Dibe ku fîl bi "Nav" hevûdu bang dikin!
Hînbûna maşînî û şehediyên deqîq nîşan didin ku fîl jî weke mirovan ji bo hevûdu nav dibijêrin û hevûdu bi nav bang dikin.
Li gorî rapora ISNA'yê, Lêkoler dibêjin fîl ti wextî rû û soretekî ji bîr nakin û niha lêkolînên nû nîşan didin ku ew navan jî dizanin û hevûdu bi nav bang dikin. Erê, hûn bawer bikin yan na, lêkolînên nû nîşan didin ku fîlan ev şiyan heye ku hevûdu bi rêya navên taybet nas bikin.
Zanyarên Zanîngeha Kloradoyê û tîmeke lêkolerên "Binyata Filitandina Fîlan" Hînbûna Maşînî ji bo vê keşfa balkêş bi kar anîn. Xebata wan nîşan da ku fîl asteke têkiliyê bi kar tînin û şibihîna têkiliyên wan û mirovan ji tiştê ku pêştir dihat fikirîn, zêdetir e.
Wisa xuya dike ku fîl têkiliyên kesanebûyî ji bo xitabkirina endamên koma xwe bi kar tînin û xwediyê şêwazeke kêmdîtî ya binavkirinê ne.
Michael Pardo Ekolojîstê Tevgeriyanê li Zanîngeha Cornell'ê li Îtakaya New Yorkê dibêje: Berûlayên jiyana heywanan gellekî zêdetir ji wê yekê ye ku em bi giştî dizanin. Têkiliya fîlan dibe ku heta gellekî lihevalyayîtir ji wê yekê be ku me pêştir dizanî.
Ji bilî mirovan, hejmareke hindik a heywanan navan ji bo hevûdu diyar dikin. Dolfînên Difinşûşe (Tursiops truncatus) û Tîtîiyên Enî-Pirteqalî (Eupsittula canicularis) hevûdu bi rêya bizarkirina têkiliya kesên ku mixatebê wan in nas dikin. Li aliyê din, mirov navinan bi kar tînin ku ti têkiliyeke zatî bi kes an tiştên ku ew amaje bi wan dikin, tunene. Pardo wisa difikirî ku fîl ji ber têkiliyên dengî yên berfireh û pêwendiyên xwe yên civakî yên bihêz, dibe ku navekî ji bo hevûdu bibijêrin.
Ji bo fehmkirina vê mijarê, Pardo û hevkarên wî ji sala 1986 heta 2022an orîna gellekî bilind a fîlên ji cûreya Sawanaya mê ya kovî ya afrîqî (Loxodonta africana) û têjikên wan li Parka Neteweyî ya Ambosêliyê (Amboseli) li Başûyê Kênyayê û li Herêma Parastî ya Neteweyî ya Samburu û Buffalo Springs'ê qeyd kirin.
Encama vê lêkolîna bi sala roja derbasbûyî li Kovara Nature Ecology & Evolution hat weşandin. Li gorî vê encamê, orîna fîlan xitabî fîlên din bo her yek ji wan taybet e.