Hezîran 03, 2024 20:37 Asia/Tehran
  • Lêkolîna Pizîşkî; Nanoteknolojî îltihabeke xwînê ya metirsîdar derman dike

Li gorî rapora ISNA'yê ji zarê Nano Magazine'ê, Nexweşiya Xwînqirêjî yan Genîbûna Xwînê ku bi navê Sepsîs tê naskirin îltihabeke metirsîdar ji ber berteknîşandana tund a bedenê li hemberî enfeksyonê ye û wek pirsgirêkeke bingehîn di pizîşkiya nûjen da tê hesab.

Her sal bi miliyonan kes li cîhanê tûşî Nexweşiya Sepsîsê dibin ku tevî lêçûnên berbiçav ji bo çavdêriyên tenduristiyê ji ber nebûna dermanên bibandor, hejmara mirinên ji ber wê jî zêde ye.Berteka tund a pergala êminiyê ya bedenê dikare bibe sebeba qewimîna îltihaba berfireh, zirargihîştina li tevnikên bedenê û derketina pirsgirêkan di xebata organên wê.

Tevî lêkolînên berfireh, ti dermanek nikare Sepsîsê têra xwe çareser bike. Ev yek hewcetiya bilez bo rêkarên dahênane nîşan dide. Ev rewşa xedar bûye sebeb ku komeke zanyaran teknolojiyeke nû bi pêş bixin ku dikare hokarên handêrê îltihabê ji nav xwînê ji nav bibe û bi vî awayî dikare guherîneke mezin di dermankirina Sepsîsê da îcad bike.Vê koma lêkolînî bi sergêriya Joo Hun Kang û Jinmyoung Joo ji mamosteyên Dîpartimana Mihendisiya Pizîşkî ya Enstîtûya Neteweyî ya Zanist û Teknolojiyê ya Olsanê (UNIST) teknolojiyeke pêşeng daye nasandin ku ji bo jinavbirina hokarên qewimîna îltihabê li nav xwînê hatiye pêşxistin.

Wan di vê lêkolînê da digel Prof. Jae Hyuk Lee ji Nexweşxaneya Bundangê ya ser bi Zanîngeha Neteweyî ya Seulê hevkarî kirin. Pêşbîniya wan eva ye ku ev teknolojî dikare rêyê ji bo dermankirina Sepsîsê xweş bike.Lêkoleran di vê projeyê da, amûreke safîkirina û parzûnkirina xwînê ya derveyî-bedenê ya megnetîkî bi qabiliyeta klînîkî dane nasandin.

Ev amûr nanopirtikên megnetîkî yên dorpêçbûyî li nano-Vesicle'ên bidesthatî ji xaneyên sor ên xwînê bi kar tîne.Ev şêwaza dahênane "Nano-hûşiyên Sûper-Paramegnetîk" (SPNC) ji bo jêbirina bilez û kêrhatî ya Patojenên (Pathogen) hokara Sepsîsê û madeyên nexweşîçêker bi kar tîne. Ceribandinên klînîkî qabiliyeta vê şêwaza safîkirina xwînê li gorî SPNC'ê ji bo dermankirina enfeksyona bakteryayî ya mirinbar a xwînê nîşan dane.Prof. Kang got: Lêkolîna me kêmbûna berbiçav a hokarên nexweşîçêker li nav xwînê û organên sereke yên bedenê nîşan dide û baştirbûna parametrên Hemodînamîk û Hematolojîk hevrê digel parastin û nûvandina organên sereke berbiçav dike.

Serepeyv