Beraneka sêyem di pêşerojê da tê alîkariya mirov
Beranekeke robotîk dikare alîkariya mirovan di vekirina şûşeyan, rakirina tiştan û heta sîskirina mûzê bi destekî bike.
Li gorî rapora ISNA'yê ji zarê Daily Mail'ê, Destên mirov bi miliyonan salî nîşanderê hejmara 10 bûne, lê wisa xuya ye ku zanyarên Zanîngeha Kembrîcê (University of Cambridge) dibêjin ev yek têrê nake. Pisporên vê zanîngehê teknolojiyeke nû bi navê "Beraneka Sêyem" (Beranek navê tiliya destî ya serî ye) çê kirine ku di rastiyê da protezeke kontrolbûyî ye ku li nermika kefê destê rastê ya aliyê tiliya biçûk ku ji hêla zanistî va wek 'Hypothenar' tê binavkirin, tê girêdan.
Beraneka sêyem derfet dide bikarênerên wê ku tenê bi bikaranîna destekî xwe tiştan rakirin, deriyên şûşeyên vexwarinkan vekin, kartên lîstinê seh bikin, mûzê sîs bikin û heta tayê di derziyê ra derbas bikin.
Ev teknolojî nemaze dikare ji bo kesên ku organekî bedena wan qut bûye binirx be; wek mînak kesên ku baskekî wan qut bûye û nikarin karên xwe yên rojane tenê bi destî pêk bînin.
Beraneka sêyem li aliyê hemberî beraneka rasteqîn a destî tê girêdan û bi hîskereke fişarê tê kontrolkirin ku di bin pêçiyên pê da cih digire. Her du hîskerên pêçiyên pê ku bi awayê bêtêl li beraneka robotîk tên girêdan, bi berteknîşandana bilez li hemberî guherînên hindik ên fişara ji aliyê pêçiyên pê va, hereketên cûrbicûr kontrol dikin.