May 31, 2024 00:06 Asia/Tehran
  • Yekem pêwenda kezebê berazê li nexweşekî şêrpenceyê

Pizîkên çînî bo cara yekem li cîhanê kezebê anku cegera reş ya berazê ku ji hêla jenetîkî va ketiye ber guherînê li nexweşekî şêrpenceyê pêwend kirine û li gorî gotina wan ev nexweş aniha dikare rihet bigere û xebata kezebê û taybetmendiyên din ên wî yên tenduristiyê jî xwezayî ne.

Li gorî rapora ISNA'yê ji zarê China Daily'ê, Ev destkefteke serkeftî ye ku xaleke berbiçav a werçerxanê di pêwendkirina du zîndewerên cihêwaz da navbera mirov û berazan e.

Ev neştergerî di roja 17ê Gulana 2024an li nexweşxaneyeke girêdayî bi Zanîngeha Pizîşkî ya Anhoyîyê li Hefiyê pêk hatiye.

Li gorî raporan, Bedena vî nexweşê 71 salî hîn berteka nerênî nîşanî vê pêwendkirina kezebê nedaye û halê wî jî baş e.

Ev neştergerî ji aliyê tîmeke bi sergêriya Prof. Sun Beicheng bi hevkariya tîmekê bi sergêriya Prof. Wei Hong Jiang ji Zanîngeha Yunnan'ê pêk hatiye.

Profesor Sun dibêje ku ev yekem neştergeriya pêwendkirina organên bedena du zîndewerên cihêwaz ji cûreya beraz bo mirov û bi giştî pêncemîn pêwendkirina organên bedena du zîndewerên cihêwaz li cîhanê ye.

Serepeyv