Hêrsbûn heta bo heyama deqeyekê jî ji bo dil ziyanbar e
Hêrs û hêrsbûn yek ji hestên giran e ku hîseke wê ya baş tineye. Ti ferqek nake ku mirov ji nişkê va li nav rê bihêrs bibe yan ji ber hevkarekî yan endamekî malbatê bihêrs bibe; di her rwşekê da kontrolkirina wê dijwar e.
Li gorî rapora ISNA'yê, Li gorî gotina zanyarên Zanîngeha Kolombiyayê, kêliyeke hêrsa giran di rastiyê da zirareke demkî digihîne pêçeka demarên xwînê ku wek Qata Nav-demarî tê naskirin û roleke wê ya girîng di xebata demaran û herrikîna xwînê da heye.
Li gorî lêkolîna nû ku li Kovara Lijneya Dil a Amerîkayê hatiye weşandin, lêkoleran 280 xortên saxlem bêyî ti hokareke rîska nexweşiya dil bijartin û bi awayê nişkêvayî ew li ser çend koman dabeş kirin. Komekê karekî heşt deqeyî ya "Bibîranîna Hêrsê" pêk anî ku tê da divê bîreweriyk ku ew gellekî bihêrs kribûn, aşkira û zelal dihat şirovekirin. Komên din jî erkên wiha ji bo handana xem, keser û bêhedarbûnê yan jî hestên bêalî pêk anîn.
Pêştir û di çend babetan piştî kirina vî karî da, lêkoleran xebata Qata nav-dmarî ya her beşdarekî bi bikaranîna testekê nirxandin ku asta sistbûna demaran û zêdebûna herrikîna xwînê nîşan dide. Wan her wiha astên bermahîkên hucre anku selûlan û hucreyên nûvandina qata nav-demarî ku li nav xwînê digerin pîvandin ku nîşan dide zirar an baştirbûn diqewime yan na.
Encaman nîşan da ku xebata qata nav-demarî ya beşdaran li Koma Bibîranîna Hêrsê aloz bûye û demarên wan heta 40 deqeyan nekarîn rewşa rehetiyê û firehbûnê piştî Karê Hêrsker bi başî pêk bînin.
Hêrsbûn komelek ji bertekên biyolojîkî pêk tîne ku bandora nerênî li ser qata nav-demarî û xebata demaran dike.