Setlayta îranî ya Mehda'yê li xolgeha Erdê bi cih bû
Sibat 01, 2024 17:09 Asia/Tehran
Alîkarê Wezîrê Têkilîdanîn û Teknolojiya Zanyariyan ê Îranê got: Setlayta Meydayê aniha bi tamî di xolgeha Erdê da bi cih bûye û daneyên xwe dişîne rawestgehên ser erdê.
Berbanga roja Yekşemiyê û di bereberê Deheya Fecrê û salvegera 45an a Serkeftina Înqilaba Îslamî da setlaytên Mehda, Keyhan-2 û Hatif-1 serkeftî di xolgeha 450 Kîlomitriya Erdê da cih girtin.
Hesen Salariye Serokê Rêxistina Fezayî ya Îranê û Alîkarê Wezîrê Têkilîdanîn û Teknolojiya Zanyariyan ê Îranê got: Mehda setlayteke telekomê ye û hêza xwe ji enerjiya tvê werdigire.