Nûjenkirina nisxeya herî kevn û kêmmînak a Quranê li cîhanê
Îlon 28, 2023 19:45 Asia/Tehran
Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku xebta ji bo nûjenkirina nisxeya herî kevn û kêmmînak a Qurana Pîroz li Misrê bi dawî hatiye.
Li gorî rapora Rojameya El-Yewm Sabi'ê, Mala Pirtûkan û Arşîva Neteweyî ya Misrê bi boneya bidawîhatina xebata nûjenkirina nisxeyeke Quranê ya Hicazî ku kevnatiya wê vedigere nîveka yekem a sedsala yekem a Koça heyvî, cejnek li dar xist.
Ev nisxeya Quranê pêkhatî ji 22 rûpelan û 16 rûpelên ferd û 8 rûpelên cot e ku bi ximava hesin hatiye nivîsîn.