Adar 24, 2023 16:31 Asia/Tehran
  • Guterres: “Dema bidawîhanîna cenga dijî xwezayê hatiye”

‘António Guterres’ Sekretrê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) tevî amajeya bi tevgerên demdirêj ku dikarin jiyana li ser Seyroka Erdê ji bo mirovan nepêkan bikin, got ku dema bidawîhanîna ‘Cenga dijî Xwezayê’ hatiye.

Li gorî rapora IRNA’yê, ‘António Guterres’ roja Pêncşemiyê beriya destpêbûna Roja Cîhanî ya Hewanasiyê, got: Dema pêkanîna guherînê di asoya enerjiyê hatiye û ji bo pêşîgirtin li zirarên zehftir û necebirandî, guherîneke bingehîn pêwîst e.

‘António Guterres’ roja Çarşemiyê jî di civîna cîhanî ya Avê li baregeha NY’yê li New Yorkê li ser Qeyrana Kêmbûna Avê hişyarî dabû.

Karzan bawer in nebûna ewlehiya çavkani9yên avê ji bo hewcetiyên mirov ji wan berhemanîna madeyên xwariniyê û berhemanîna ceryanê bi enerjiya avê gefeke cidî ye û ew pêşbînî dikin ku li hin deveran weke Qoçê Afrîqayê (bakur-rojhilatê Afrîqayê an jî Nîvgirava Somalîyê) ji ber hişkesalê dê mirov tûşî birçîtî, xela, koçberiya berfieh û qewimîna şêrr bên.

 

 

Serepeyv