Hin qelş û derz li du reaktorên navokî yên Fransayê hatin dîtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i340034-hin_qelş_û_derz_li_du_reaktorên_navokî_yên_fransayê_hatin_dîtin
Li du reaktorên navokî yên Fransayê hin qelş û derz hatine keşfkirin ku bi nêrîna Rêxistina Ewlehiya Navokî ya Fransayê girîngiya wan ne kêm e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 10, 2023 13:29 Asia/Tehran
  • Hin qelş û derz li du reaktorên navokî yên Fransayê hatin dîtin

Li du reaktorên navokî yên Fransayê hin qelş û derz hatine keşfkirin ku bi nêrîna Rêxistina Ewlehiya Navokî ya Fransayê girîngiya wan ne kêm e.

Li gorî rapora Tasnim News’ê, Ev zirara herî mezin a ji ber korozyon û rizîbûnê ye ku heta roja îro li reaktoreke navokî ya Fransayê hatiye dîtin.

Ev di rewşekê da ye ku hikûmeta Fransayê dixwaze çêkirina zêde ji 14 reaktorên navokî yên nû bi hinceta bidestxistina bilez a armancên parastina keşûhewayê bixe rojeva xebata xwe.

Fransa piştî Amerîkayê di rêza diduyan a berhemênerên enerjiya navokî li cîhanê ye û vê demê 56 hêzgehên navokî li vî welatî hene.