Pizîşkî | ‘Razana Kêm’ metirsiya tûşbûna nûciwanan bi Nexweşiya MS’ê zêde dike
Encamên lêkolîna Enstîtûya Karolinska’yê ya Swêdê nîşan da ku razana kêmtir ji heft saetan di nûciwanan da metirsiya tûşbûna wan bi Nexweşiya MS’ê zêde dike.
Malpera rojnameya Independent’ê di raporekê da bi qelema Rashi Agarwal'ê nivîsî: “Zanyaran dibêjin ku razana nebes û aloz di serdema nûciwaniyê da îhtimala tûşbûna Nexweşiya MS’ê (Multiple Sclerosis) heta sedî 50î zêde dike.”
Nexweşiya MS’ê nexweşiyeke hetahetayî ye ku zirarê digihîne mejî û benda piştê anku hezarmorikê û hin pirsgirêkan di şiyana dîtinê, liv û tevgerên dest û pêyan û hevsengiya bedenê da çê dike. Ev nexweşî bêdrman e; lê dewa û derman dikarin nîşane û dûhatên wê kêmtir bikin.
Lê vê lêkolînê ku li Enstîtûya Karolinska’yê ya Swêdê pêk hat nîşan da razana zêdetir ji heft saetan ji bo pêşîgirtin li tûşbûna bi MS’ê alîkar e.
Li gorî gotina karzanan, medyayên civakî û xebitîna di şevê da ji wan hegeran in ku dibin sebeb nûciwan şevê têra xwe ranezên.
Her çend ku tê gotin hokara tûşbûna bi MS’ê jenetîkî ye; lê hokarine din ên têkildarî atmosfera jiyanê weke kêmbûna ronahiya Rojê û Vîtamîna D’yê, kişandina cîgareyê, qelewbûna di serdema nûciwaniyê da û “Taya Glandular” an jî “Nexweşiya Ramûsanê” (Infectious mononucleosis) jî dikarin bibin sebeba tûşbûna bi MS’ê.
Dr. Tûrbiyorên Okêrştêd nivîskarê vê lêkolînê ji Beşa Zanistên Esebên Klînîkî li Enstîtûya Karolinska’yê ya Swêdê di vî warî da got: “Temenê navgîn ji bo pêderxistina vê nexweşiyê 34 salî ye; têra xwe razan ku ji bo xebata baş a sîstema êminiya bedenê pêwîst e wek hokareke pêşîgirtin li tûşbûna bi Nexweşiya MS’ê ye.”
Ev lêkolîn ku di Kovara Neştergeriya Mejî, Esebnasî û Pizîşkiya Derûnî (Journal of Neurology Neurosurgery & psychiatry) da hatiye weşandin, nîşan dide ku razana aloz û nebes li nav nûciwanan zêdetir berbelav e û ev yek dibe ku ji ber guherînên fîzyolojîkî, derûnî û civakî di jiyana wan da be.