Tebax 15, 2022 16:30 Asia/Tehran
  • Bajarê Ocanê yê dîrokî li parêzgeha Azerbaycana Rojhilat a Îranê hat keşfkirin

Lêkolerên kevnarenas ên Zanîngeha Tehranê piştî 10 salan vekolandinê, karîn bajarê Ocanê yê dîrokî ku paytexta havînî ya Îlxanan bûye, keşf bikin.

Koma Lêkolîna kevnarenasiyê ya Zanîngeha Tehranê bi sergêriya Dr, Rehîm Welayetî endamê txima zanistî ya Koma kevnarenasiyê ya Zankoya Wêje û zanistî însanî karî piştî 10 salan lêkolîna meydanî bajarê Ocanê yê dîrokî keşf bikin û beşeke erga wê ya desthilatdariyê ji bin axê derxînin.

Ocan bajarekî serdema Selcûqî û Îlxanên mixol bûye û roleke girîng di jiyana civakî, siyasî û aborî ya wê serdemê hebûye.

Tê gotin Xazan Xan, paşayê binavûdeng û çandperwer ê mixol di erdema Îlxaniyan da hin avahî li vî bajarî çê kirine û ew wek Dar ul-Îslam bi nav kiriye.

Hêjayî gotinê ye ku xebata vekolandina navçeyê ji sala 2004an va dest pê bûye.

Serepeyv