Bakteriya herî mezin li ser Erdê hat kişfkirin
Bakteriyeke nû ya ku hema bêje bi teşe û mezinahiya bijangekê ye, wek bakteriya herî mezin hat kişfkirin.
Ji taybetmendiyên bakteriya ku nû hatiye kişfkirin, zeliqîna li zibilên noiqmbûyî li daristanên deryayî yên bi kûrahiya li Karayîba Fransayê, organîsma hûr ên wekî tayê ku bi çavê asayî jî tên dîtin e.
Dirêjahiya vê bakteriyê teqrîben bi qasî santîmetreyekê ye û teşeya wê mîna bijangên mirov e. Ev bakterî 5000 mezintir ji bakteriyên baxî û 50 qatî mezintir ji bakteriyên din ên mezin e ku pêştir hatine kişfkirin.
Olivier Gros û hevkarên wî ji Zanîngeha Antilles'ê vê dawiyê nivîsarek li Kovara Science'yê weşandine û ev bakterî ku navê "Candidatus (Ca.) Thiomargarita magnifica" lê kirine bi hûrgilî şirove kirine.
Gros di konferanseke çapemeniyê da ragihand ku ev bakterî li belg, çiql, postê sedefan û bermahîkên ku di golegeniyê da noqm bûbûn, zeliqîbûye.