Nîsan 26, 2022 16:00 Asia/Tehran

Nanê Diyarbekirê yê ku di firneyên ji kevirê bazalt hatine çêkirin da dipijin bi 9 şiklan tên amadekirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Bi sedan sal e nanê Diyarbekirê li bajêr tê çêkirin û hevîrê wî bi eleqeyeke mezin tê amadekirin. Ev nan di firneyên ji kevirê bazaltê ku Bircên Diyarbekirê û malên berê yên li bajêr jê hatine çêkirin da tê pijandin û bi tehma xwe ji nîşaneyên bajêr yek e.

Di sîtilên mezin da ar, av, xwê û hevîrtirş li hev tên zêdekirin û hevîrê nanê Diyarbekirê tê kirin û bi saetan disekine û paşê jê bi navê "Deq deqî, şiklê peqlewa, nîşana taxê, xîç, çek çek, noq, duserî, biskivît û çar koşe" 9 şiklî nan tê çêkirin.

Nanê hevîrê wî tê amadekirin di firneya ji kevirê bazaltê hatiye çêkirin da dipêjînin û li ser sifreyan salek donzdeh meh bi navê "Nanê Diyarbekirê" xwe digire.

- "Gorî xwarinê şiklê an jî digûhere"

Ji esnafan Semîh Yilmaz got ku ev karê niha dikin ji bav û kalan ji wan ra maye û wiha domand: "Dema dibêjin Nanê Diyarbekirê firneyên ji kevir ku bi agirê êzingan tên dadan tê bîra mirovan lê wisa nîne. Firneyên me ji kevirên bazaltê hatine çêkirin û taybetiya herî mezin ev e. Nanê di fireyên ji kevir çêkirî da jî xweş in lê yê me ji kevirê bazaltê ne û hûndir û derveyê hemû wisa ne."

Yilmaz axaftina xwe wiha domand: "Em di firneyê da bi 9 şiklan nan çêdikin. Li gorî xwarinê şeklê nan jî digûhere. Bo kebabê, bo tirşikê cihê cihê nan tê çêkirin. Li Diyarbekirê bi qasî xwarin û xurekê çanda nan jî heye. Mişteriyên me li gorî xwarina ku wê bixwin nan ji xwe ra dikirin."

- "Ji bo tehma nanê Diyarbekirê ked û xebat girîng e"

Abdullah Arslanê nan li firneyê dixe got ku ew 42 sal e vî karî dike û ji bo vî nanî bigihijînin nifşên nû hewl didin û wiha domand: "Ji bo tehma nanê Diyarbekirê ked û xebat girîng e. Kevirê bazaltê jî tehma nanê Diayrbekirê xweştir dike."

Alî Yaşarê 35 sal e di firneyê da dişûxule got ku tehma nanê Diyarbekirê ji hevîrê wî dest pê dike lewra ewilî divê hevîr xwe baş bigire.

Ji welatiyan Yunus Gorenç jî got ku tehma nanê Diyarbekirê gelek xweş e û dema bimîna jî dotira rojê jî tehm winda nabe û xweş tê xwarin.

Serepeyv