Adar 05, 2022 10:06 Asia/Tehran
  • Parêzgeha Kurdistanê bû mazûvanê rêûrismên Newrozê li Îranê

Alîkarê siyasî, ewlehî û civakê yê parêzgarê parêzgeha Kurdistanê ya Îranê got: Parêzgeha Kurdistanê wek yek ji parêzgehên geştyariyê ji bo rêûrismên Newrozê hat bijartin.

Li gorî rapora Tasnim Newsê, Mehdî Remezanî, Alîkarê siyasî, ewlehî û civakê yê parêzgarê parêzgeha Kurdistanê ya Îranê tevî serdana mûzexane û navendên dîrokî yên navenda parêzgehê, amaje bi vê yekê kir ku parêzgeha Kurdistanê wek parêzgeheke mazûvan ji bo geştyariya Newrozê hatiye bijartin, got: Divê bi raberkirina xizmetên guncan bo gel û berçavgirtina protokolên paqijiyê, rêwîû geştyarên vê parêzgehê razî bin.

Wî got: Berpirsên geştên Newrozê divê bi berçavgirtina rêzikên heyî, bi awayekî plan darêjjin ku ji bo afirandina Newrozeke şad, pênaseya gelê Kurdistanê û nirxên çandî yên parêzgehê jî ji geştyarann ra bidin nasandin.

 

Serepeyv