Şermezarkirina bi fermînaskirina Somalîlendê li asta cîhanê
Rejîma Sîyonîst di çaçrova biryarekê da bi awayekî fermî Somalîlend wek welatekî serbixwe nas kir ku ev biryara bû sedema berteka tund a welat u rêxistinên curbicur bi awayekî ku wan ev yeka binpêkirina eşkere ya mafên navdewletî û gefeke ciddî himber ewlehî u istiqrara Nîvgirava Somaliyê zanîn.
Binyamîn Netanyahu Serokwezîrê Rejîma Sîyonîst roja înîyê bi awayekî fermî Somalîlend wek welatekî serbixwe u xwedîyê serwrrîyê nas kir. Hikûmeta Somalîyê dijî vê biryara Rejîma Sîyonîst derket û ew herêma wek beşeke cidanabe ya Komara Somalîyê zanî û ragihand ku hercure danuistandina tev Somalîlendê binpêkirina sînor u serwerîya Somalîyê ye. Rêxistina Hevkarîya Islamî û 21 welatên ereb u misilman jî di daxûyanîyekê da kiryara Rejîma Sîyonîst a bifermînaskirina Somalîlendê wek welatekî serbixwe babetek bitaluke u gefeke ciddî himber aştî u ewlehîya navdewletî zanîn. Ev daxûyanîya ji hêla Rêxistina Hevkarîya Islamî u Wezîrên Karên Derve yên 21 welatan ji wan ên Îran, Iraq, Tirkîye, Urdin, Misr, Erebistan, Cezayir, Qeter u Fiilstînê va hatîye derxistin. Wajokerên vê daxûyanîyê hişyarî dan ku ev kiryara bêmînak, yê dûhatên bitaluke ji bo aştî u ewlehîya herêma hestyar a Nîvgirava Somaliyê û Deryaya Sor bîne u nîşan dide ku Rejîma Sîyonîst guh nade qanûnên navdewletî.
Ismayîl Beqayî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê jî ev kiryara hewla Rejîma Sîyonîst ji bo perçekirina Somalîyê bi nav kir ku menşûra NY binpê dike. Tevgera Hemasê jî bi tundî dijî bifermînaskirina Somalîlendê ji hêla Rejîma Sîyonîst va u plana vê rejîmê ya ji bo veguhestina awareyên Xezzeyê bo vê heremê derket. Welatên hanê pêgirî kirin ku parastina serwerîya netewî, yekitî û yekperçetîya axa welatan ji wan isûlan in ku nabin babetên muzakirê ku Rejîma Sîyonîst bi vê kiryarê ew isûl binpê kirine.