650 hezar zarok li ber xetera ji birsîya mirinê ne
Nçegîhanê Al Alamê amajeyî qelaya mirinbar li Xezzeyê kir û pêgirî kir ku 2 roj e wî û malbata wî tiştek nexwarine.
Nûçegîhanê Al Alamê got ku dew û dozên dagirkerên israyîlî ku dibêjin rojê 20 kamyonên alîkarîyê derbasî Xezzeyê dibin, derew in. Li gorî gotina wî kîloyeke êrd li Xezzeyê hema bêje bi 60 dolarî û bihaya kîloyeke birnc jî rabûye 30 dolarî.
Ji destpêka Adarê va, dagirkerên israyîlî hemî derbasgehên Zîvala Xezzeyê daxistine û nahêlin ku xwarek û alîkarîyên pizişkî bên derbaskirin û ji ber vê yekê bihaya xwarekê û kel û pelên pêwîst ên jîyana rojane gellekî jorda çûye û li bazarê jî kêm bûne.Herwiha dagirkerên israyîlî, filistînîyên ku di rêza wergirtina xwarekê da li nêzîkî navendên raberkirina alîkarîyên mirovî yên Amerîkayê sekinîbûn, kirin armanc ku li gorî rêxistinnê hikmî û NY, ew navendana bûne telika mirinê ji bo kuştina sivîlên birsî yên filistînî.
Li gorî ragihandina nivîsgeha medyayî ya hikûmeta Filistînê li Xezzeyê, hejmara kesên ji ber kêmbûna xwarek û dermîn di vê heyamê da rabûye 620 kesî. Di dewama vê daxûyanîyê da hatîye ku hema bêje 650 hezar zarok li Xezzeyê li ber xetera ji birsîya mirinê ne û 60 hezar jinên ducanî jî pêrgî xetera kêmbûna xwarek û lêşarbûnên pizişkî bûne. Ev nivîsgeha herwiha radigihîne ku rayedarên dagirker 139 rojan hemî derbasgehên Zîvala Xezzeyê tam daxistine û di vê heyamê da rê li ber derbasbûna 76 hezar 450 kamyonên hilgirê alîkarîyên mirovdostîyê û ardûyê girtine.