Şermezarkirina boykota raportêra taybet a NY ji aliyê Amerîkayê ve
Rêxistina Çavdêra Mafên Mirovan a Ewropa- Mêdîteranê, boykotkirina raportora taybet a NY ji aliyê Washingtonê ve li ser rewşa mafên mirovan a li Erdên Dagirkirî yên Filistînî şermezar kir.
Di daxuyaniyekê de, Rêxistina Çavdêra Mafên Mirovan a Ewropa- Mêdîteranê ev kiryar nîşaneya helwêsta fermî ya Amerîkayê li ser her hewldanek serbixwe ji bo eşkerekirina rastiya cinayetên jînûsaydê li Xezzeyê bi nav kir. Li gorî daxuyaniya vê saziyê, Ev biryar xalifîneke cidîê ji prensîbên bingehîn ên hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan e û bi awayekî rasterast Neteweyên Yekbûyî û mekanîzmên wê hedef digire û gefê li serxwebûna karê raportorên taybet dixwe. Rêxistina mafên mirovan herwiha got ku ew piştgiriyê dide Albanîz û helwestên wê yên isûlî yên li ser bingeha mafên navneteweyî û wijdanê mirovan. Rêxistina Çavdêra Mafên Mirovan a Ewropa- Mêdîteranê bang li Neteweyên Yekbûyî, Nivîsgeha Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan, raportorên taybet û bi giştî civaka navneteweyî kir ku li hember vê biryarê bêdeng nemînin û ji bo parastina serxwebûna pergala navneteweyî ya mafên mirovan karên lezgîn bikin.
Pirsa ku derdikeve holê ev e ku çima Amerîkayê, raportora taybet a NY ya li karûbarên Erdên Dagirkirî yên Filistînê boykot kir. Wezîrê karên derve yê Amerîkayê, Marko Rubiyo, duh ragihand ku Firançêska , Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li ser karûbarên Erdên Dagirkirî yên Filistînê, dê ji ber tiştê ku ew îdia dike Albanêz hewldanên neqanûnî yên derbarê şerê rejîma Siyonîst li ser Xezzê û kiryarên dijî rayedarên amerîkî û îsraîlî cih anîne, were boykotkirin. Albanêz Rejîma Siyonîst bi wê yekê tawanbar kir ku bi zanebûn zimanê mirovdostane ji bo hêsankirina pêkanîna cinayetên hovane li Xezzeyê bi kar tîne û got: Rejîma Îsraîlê ji bo ku kontrola xwe ya li ser Xezzeyê biparêze, xwe wekî ku çareseriyên mirovî pêş dixe nîşan dide. Bi armanca veşartina cinayetan, koçberkirina mirovan, bombebarankirin, şewitandina zindî ya Filistîniyan û hwd., cinayetên ku raportêrên mîna Albanêz li hember wan bêdeng nemane û Amerîkayê û Rejîma Siyonîst hêrs kirine.