şehîd û birîndarbûna 555 filistîniyên din li Xezzeyê / Zêdebûna hejmara şehîdan bo zêdetirî ji 54 hezarî
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê derbarê zêdebûna hejmara şehîdan di encama êrişên Rejîma Siyonîsty ser Xezzeyê agahî da û ragihand ku ji destpêka êrişên vê rejîmê ser vê herêmê di 7ê Cotmeha 2023an heta niha 54 hezar û 470 welatiyên filistînî şehîd bûne.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê îro ragihand: Di 24 sietên borî de, di encama êrişên rejîma siyonîst ser Xezzeyê 52 filistîniyên din şehîd bûne û 503 kesên din jî birîndar bûne.
Vê Wezaretxaneyê her wiha ragehand ku hejmarek qurbanî hîn jî di bin kaviliyan de li kolanan de mane û hêzên alîkarî û parastina sivîlan ji ber giranbûna bombebaranê nikarin bigihîjin wan.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê her wiha ragihand ku ji sedî 41ê nexweşên gurçikan li Xezzeyê ji ber negihîştina xizmetên pizîşkî şehîd bûne.
Zêdetirî 2 hezar pizîşk û neştergerên inglîzî di nameyekê de ji hikûmeta vî welatî re êişên bi armanc ên rejîma Îsraîlê ser navendên pizîşkî li Xezzeyê şermezar kirin û daxwaza rawestandina demlidest a êrişên siyonîstan ser navendên pizîşkî li Xezzeyê da kirin.
Ji aliyê din ve nivîsgeha hewahengiyê ya Karûbarên Mirovî ya NY ragihand ku rejîma siyonîst, bi êrişên xwe yên berdewam û dayîna fermanên valakirinê, bo xelkê Xezzeyê kêmtirî sedî 18ê vê herêmê dagir kiriye.
Li gorî ragehandina vê saziya NY, awarebûn li seranserê zîvala Xezzeyê berdewam dike û tenê di du hefteyên borî de nêzîkî 200 hezar filistînî aware bûne.