Kanûn 19, 2025 18:16 Asia/Tehran
  • Binpêkirina berfireh a agirbesa li Xezzeyê,Êrişên hewayî, deryayî û bejayî yên siyonîstan ser Xan Yûnisê

Leşkerên dagirker ên Rejîma Siyonîst bi binpêkirina agirbesê ji rêya bejahî, hewayî û deryayê ve êrişî ser Xan Yûnisê li başûrê Xezzeyê kirin ku di encamê de hejmarek welatiyên filistînî şehîd bûn.

Leşkerên dagirker ên Rejîma Siyonîst bi binpêkirina agirbesê ji rêya bejahî, hewayî û deryayê ve êrişî ser Xan Yûnisê li başûrê Xezzeyê kirin ku di encamê de hejmarek welatiyên filistînî şehîd bûn. Leşkerên dagirker ên Rejîma Siyonîst vê sibê bi binpêkirina dubare ya agirbesê êrişên xwe yên hewayî, deryayî û bejayî ser bajarê Xan Yûnisê li başûrê Xezzeyê zêde kirin û deverên li rojhilatê vî bajarî dan ber êrişan. Çavkaniyên filistînî ragihandin ku êrişên leşkerên siyonîst pekiyan ser herêmên nasiyar bi Xeta Zer bi taybetî devera Benî Suheylayê li rojhilatê Xan Yûnisê jî. Evana ev dever bûn ku biryar bû leşkerên dagirker li gorî peymana agirbesê ji wan vekişin.Televîzyona Eqsayê jî derbarê êrişên topxaneyî ser qayiqên cengê yên artêşa Rejîma Siyonîst ser peravên deverên rojhilatê Xan Yûnisê agahî dan ku di encamê de sê filistînî, ji wan jinek şehîd bû .Li gorî raporan, artêşa dagirker a Rejîma Siyonîst bajarê Dêr Belehê li navenda Xezzeyê û her wiha taxa Şuca'iye li rojhilatê bajarê Xezzeyê dan ber êrişa hewayî bi curekê ku ji deverên bombebarankirî dûkeleke giran bilind bûye. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li zîvala Xezzeyê hema di vê çarçoveyê de roja Pêncşemê ragihand ku di encama binpêkirina agirbesê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve 395 filistînî şehîd bûne û hezar û 88 kes jî hatine birîndar kirin. Ji 7ê Cotmeha 2023an ve heta niha di encama êrişên Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezzeyê de 70 hezar û 669 welatiyên filistînî şehîd bûne û 171 hezar û 165 kes jî birîndar bûne.

Serepeyv