Berdewambûna rêgirtina li ber derbaskirina alîkarîyan ji hêla Rejîma Sîyonîst va li Xezzeyê
Di encama baranên guj u rabûna lehîyê da, zêde ji 90 cîyên bicihkirina demkî ya awareyan di nav avê de mane.
Kon u çadirên filistînîyên aware li navçeyên curbicur ên Xezzeyê tûşî zîyanê bûne û di bin avê de mane u bi hezaran malbatî ev sitara berayî u demkî jî ji dest dane. Rejîma Sîyonîst di halekî da ku baranên guj, sirr u seqemê Zîvala Xezzeyê daye ber xwe u sitragehên demkî têk çûne, nahêle kon u alavên germkirinê derbasî vê herêmê bên kirin, lewma bilî ku aware tûşî gellek dijwarîyan bûne, zarokek jî qerrisî u can da. Mehmûd Besel, Berdevkê Rêxistina Berevanîya Sivîl a Xezzeyê, got: Ji destpêka baranan va zêde ji 17 avahîyên niştecîbûnê tam hilweşîyane. Wî dîyar kir ku rewş li Xezzeyê gellekî dijwar e û ragihand: Ji destpêka baranan va nêzî 5 hezar peywendîya awarte ya telefonî hatîye wergirtin û gellek kon u çadir di bin avê de mane u bi hezaran malbat bêsitar mane. Mehmûd Besel herwiha got ku li Xezzeyê 17 kesî ji wan zarokekî di encama sirr u seqemê da can daye u hin kesan jî di encama hilweşîna avahîyan da. Avahîyên ku di encama êrişên berdewam ên Rejîma Sîyonîst da tûşî zîyanê bûne u bilî vîya jî ti binesazîyek saxlem di encama jînosayda sîstematîk a bi destê Rejîma Sîyonîst da nemaye. Wî ji civaka cîhanî xwest ku ji bo ku alîkarî ji bo welatîyan bên raberkirin, demlidest bikevin dewrê û hewcedarîyên mirovdostane yên wan bi awayekî demlidest bên dabînkirin. Wî pêgirî kir: Em dixwazin ku jinûveavakirin û dabînkirina sitarê ji bo niştecîyên Xezzeyê bi merema parastina can u rûmeta merivî ya wan bên destpêkirin.