Şerê Hind û Pakistanê û dilnigeranbûna cîhanê
Artêşa Hindê di destpêka berbanga îro da êrişî çend herêmên Pakistanê kir û Berdevkê Artêşa Pakistanê jî amajeyî zîyanên vê êrişê kir û tekez kir ku Pakistan jî dê tolê hilîne.
Berdevkê Artêşa Pakistanê ragihand ku di encama êrişên Hindê ser wî welatî da, heta nika 8 kes hatine kuştin û 35 kes jî hatine birîndarkirin. Herwiha 2 kes jî heta vê gavê bêseruşûn bûne.
Narindra Mûdî Serokwezîrê Hindê ku xwe çavdêrîya operasyona vî welatî ya di berbanga îro da kirîye, ragihand ku êrişa ser 9 cîyên di nav axa Pakistanê da bi awayekî serkevtî pêk hat.
Rayedarên Pakistanê jî ragihandin ku çend balafirên cengê yên Hindê jorda xistine û êrişî binkeyeke leşkerî ya vî welatî jî kirine ku di encamê daçend serbazên hindî wek êxsîr ketine destan û helbet yê bersiva êrişa Hindê bidin.
Antonîyo Gotereş Sersekreterê NY jî dilnigeranbûna xwe ji ber êrişa Hindê ya ser Pakistanê dîyar kir û xwest ku her du alî ser hemd êxwe bin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê jî di vî warî da got: Operasyona Hindê sedema mixabinîyê ye. Pêken ji ber rewşa nika dilnigeran e. Hind û Pakistan cînarê hev in û dê cînarê hev bimînin jî. Her du herwiha cînarê Çînê ne û Çîn dijî terorîsmê ye û em ji her du alîyan dixwazin ku ser xêra aştî û istiqrarê pêngavan rakin û ser hemdê xwe bin.
Ismayîl Beqayî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê jî dîyar kir ku Têhran pêgirîyê ser pêwîstîya rêzgirtina li serwerîya netewî û yekperçetîya axa welatan û dûrketina ji sûdwergirtina ji zorê di peywendîyên navdewletî da dike û dilnigeran e ku gêre tund bibe û ji Hind û Pakistanê xwest ku ser hemdê xwe bin.
Rayedarên welatên asyayî, ewrûpî, afrîqî û amerîkî dilnigeranbûna xwe ji ber êrişa Hindê ya ser Pakistanê dîyar dikin û ji her du welatan dixwazin ku ser hemdê xwe bin. Berdevka Wezareta Karên Derve ya Ûrsêtê jî wek berteka hibmer tundbûna gêreyên di navbera Pakistan û Hindê da got: Moskow ji ber gurrbûna gêreyan di navbera Dêhlîya Nû û Islambadê da piştî êrişa terorîstî ya ser Pehilgamê gellekî dilnigeran e û dixwaze ku Hind û Pakistan ser hemdê xwe bin.