Dewama komkujiyên Rejîma Siyonîst li Xezeyê
Êrişên hovane yên Rejîma Siyonîst ser Xezeyê tim berdewam in û di encamê de hejmarek şehîd û hejmarek jî birîndar bûne.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê bal kişande ser 397emîn roja êrişa berdewam ser zîvala Xezzeyê û ragihand ku dagirkeran di 48 sietên derbasbûyî de 6 cînayet li dijî malbatên filistîniyan pêk anîn ku di encamê de 78 kes şehîd bûne û 214 kes jî birîndar bûne û hatine veguhestin bo nexweşxaneyan.Xelkê Beyt Lahiyê bi darê û zorê û ji ber gefên Rejîma Siyonîst neçar man koçber bibin û niha li kuçe û kolanên Xezzeyê de mane û ti sitaregeheke wan tine.Berevaniya Sivîl ya Xezzeyê jî ragihandiye ku ji ber dorpêça giran û kêmbûna îmkanat û derfetan nikarin vê rewşa aloz tamul bikin.
Nivîsgeha Mafên Mirovan a NY jî gotiye nêzîkî sedî 70 yê şehîdên şerê Xezeyê jin û zarok pêk tînin.Hevfgavê destdirêjiyên dagirkeran, komên filistînî jî operasyonên xwe yên leşkerî li dijî hêz û alavên artêşa Rejîma Îsraîlê li Xezeyê berdewam dikin.Komên Berxwedana Filistînê wek berteka li hemberî cinayetên Rejîma dagirker, cihê kombûna siyonîstan li navenda zîvala Xezeyê dan ber mûşekan. Li rojhilatê Tûlkermê li Rexê Rojava ya Çemê Urdinê trimbêleke leşkerî ya siyonîstên bi kemîna komên berxwedanê hat îmhakirin.Şerê Rejîma Siyonîst li dijî zîvala Xezzeyê karesateke mirovî ya bêhempa pêk naiye ku di encamê de ji sedî 85’ê nifûsê, yanê bi qasî 1,9 mîlyon kes koçber bûn.Li gorî gotina Wezareta Tenduristiye ya Xezeye ji 7e Cotmeha sala 2023an vir va hejmara şehîdan li Zîvala Xezeye drabûye 43 hezar ü 469 kesî ü hejmara birindaran jî gihêştiye 102 hezar ü 561 kesî.