15 leşkerên Rejîma Siyonîst di 225-emîn roja jînosayda siyonîsta li Xezeyê ji aliyê têkoşerên filistînî ve hatin kuştin
Tabûrên Îzeddîn El-Qessam, şaxa leşkerî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) bi daxuyaniyekê ragehand ku wan 15 leşkerên Rêjîma Qirker a Siyonîst li rojhilatê Refehê li başûrê Zîvala Xezeyê di operasyonekê de kuştine.
Li vê daxûyaniyê, tabûrên Îzeddîn El-Qessam baskê leşkerî yê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) amaje bi wê yekê jî kir, ku di operasyoneke din de, tankeke Mîrkavayê- 4 a Rejîma dagirker a Siyonîst li taxa Tenûr li rojhilata Bajarê Refehê bi rokêta dijî-zirxî 105 dan ber êrişan.
Tabûrên Îzeddîn El-Qessam leşkerên Rêjîma Siyonîst di nav derbasgeha Refehê de bi hawanan dane ber êrişan.Baskê leşkerî yê Hemasê di daxuyaniyeke din deragihand ku bi mûşeka "Sam-7" balafireke Balgrad Apaçî ya Rêjîma Siyonîst li bakurê kempa Cebaliyê li bakurê Zîvala Xezeyê kiriye armanc.
Rejîma dagirker a Siyonîst herwiha derbarê kuştina yek ji efserên pilebilind ê xwe bi navê Oyxay li şerê vê rejîma dagîrker li bakurê zîvala Xezeyê li xwe mikur hat.
Hevgav Xalid Meşel, serokê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) li derveyî Filistînê got: Berxwedana Xezeyê di rewşeke baş de ye û di her derê vê navçeyê de helwêsêtên nû digire. Ji aliyê din ve Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Zîvala Xezeyê ragihand ku di 24 saetên borî de 83 filistînî bi sedema cinayetên Rejîma Siyonîstî şehîd bûne û 105 kesên din jî birîndar bûne.
Hejmara şehîdên filistînî li vê herêmê gihîştiye 35 hezar û 386 kesan. Çavkaniyên nûçeyan her wiha ragihandin ku ji destpêka êrişa bejayî ya artêşa Rejîma Îsraîlê ser bajarê Refehê di 12 rojên borî de, nêzîkî hezar û 400 avahî li vî bajarî di encama êrişên siyonîstan zirar dîtine yan jî bi temamî wêran bûne.