Berdewamiya cinayetên siyonîstan li 195emîn roja jînosayda vê rejîmê û Amerîkayê li Xeze û Rexê Rojavaya çemê Urdinê
Di 195-emîn roja cinayet û jînosayda vê rejîmê û Amerîkayê li Xeze û Rexê Rojava de, cinayteên siyonîstan berdewam in û ev rejîm êrişên xwe ser gelê Filistîn û Xezeyê berdewam dike.
Rêjîma Siyonîst di halekî îde di roja 195`an de êrişên xwe yên cinayetkarane ser Zîvala Xezeyê û Rexê Rojava berdewam dike ku îro civîna Konseya Ewlehiyê ya li bara alûgurên li rojavaya Asiya û Filistînê di halê lidarxistinê ye û hin welat ji wan Rûsiye daxwaza boykotkirina vê vê rejîmê kirine.
Rejîma Siyonîstî di berdewamiya êrişên xwe de, îro jî navçeyên curbicur ên zîvala Xezeyê bombebaran kir. Piştî bombebarana navçeya El-Meqraqê li anvenda Xezeyê hejmarek ji filistîniyan birîndar bûn. Ciwanekî filistînî li rojhilataê Dêr Belehê li navenda Xezeyê biderba gulleya nîşanbazên siyonîst şehîd bû.
Li bajarê Refehê li rojhilatê Xezeyê, di encama bomberdûmana malekê de 11 kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.
Çavkaniyên nûçeyan her wiha derarê êrişên balefirên cengê yên siyonîstan ser navçeya sînorîli başûrê Refehê agahî dan.
Hêzên siyonîst her wiha li nêzî pira El-Mexraqê li Xezeyê ji nav Kuwat Kopterêkê ve ber bi welatiyên filistînî ve gulle avêtin û zarokek jî bi tundî birîndar bû.
Li gorî nûçeyeka din, medyayên Filistînê jî piştî vekişyana hêzên dagirker ên siyonîst, wêrankirina kempa Nuseyratê li bakûrê zîvala Xezeyê weşandin, da ku dinya hovîtiyên vê Rejîma dagirker bi çavê xwe bibîne.
Li gorî nûçeyeke din, di encama êrişa esmnaî ya vê rejîmê ser cihê mayîna awareyan li erdeke cotkariyê li bajarê Refehê herî kêm 5 kes ji wan 2 zarok û jinek şehîd bûn û 10 kes jî birîndar bûn.
Ji aliyê din ve jî tabûrên Qudsê jî dîmenên êrişên mûşekî yên xwe ser bajar û bajarokên siyonîstnişîn ên derdora Xezeyê weşandin.