90-emîn roja Bahoza El-Eqsayê, pevçûn di civîna kabîneya ewlehiyê ya siyonîst de
Artêşa Îsraîlê vê sibê ji bejahî û deryayê ve, careke din navenda û başûrê Zîvala Xezeyê da ber êrişan û di encamê de bi dehan filistînî şehîd û birîndar bûn.
Li 91-emîn roja êrişên hovane yên siyonîstan ser zîvala Xezeyê, artêşa rejîma dagirker li beşa rexê rojava jî êrişî ser Ramallah, El-Xelîl û Qelqîliyê kirin û hejmarek ji ciwanên filistînî revandin.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Zîvala Xezeyê ragihand ku ji destpêka şerê Bahoza Eqsayê li 7ê Cotmehê ve heta niha hejmara şehîdên Xezeyê gihîştiye 22 hezar û 600 kesî û hejmara birîndaran jî gihîştiye 57 hezar û 910 kesî.
Vê wezaretxaneyê her wiha got: Rejîma Siyonîst di 24 sietên derbasbûyî de 15 kumkujî cinayetên din li Zîvala Xezeyê pêk anîne û di wan cinayetan de 162 kes şehîd bûne û 296 kes jî birîndar bûne.
Tabûrên Şehîd Ezedîn El-Qesam ên şaxê leşkerî yên Hemasê û tabûrên El-Quds ên Tevgera Cîhada Îslamî di operasyoneke hevpar de karîn 3 tankên Merkava yên Rejîma Siyonîstî li devera Mein a vî bajarî bi roketan dan ber êrişan.
Klûba Girtiyên Filistînê ragihand ku hêzên dagirker ên siyonîst şeva borî û vê sibê 12 filistînî li navçeyên cuda yên Rexê Rojavaya çemê Urdinê desteser kirin.Di vê navberê de Rejîma Siyonîst kampa Nusirat li navenda zîvala Xezayê bi topên giran dan ber êrişan.
Tabûrên El-Qassam, baskê leşkerî yê Hemasê, ragihand ku bi topên hawanê rojavayê kampa El Mexazî li navenda Zîvala Xezeyê, cebilxane û wesayitên zirxî yên dagirkerên Îsraîlê kirine hedef.
Her wiha wezîrê cengê yê Rejîma Dagirkerê Qudsê ,plana vê rejîmê jibo kontrolkirina tam a Xezeyê piştî bidawîhatina şer agahî da lê bereya gel jibo rizgariya Filistînê gotinên wezîrê cengê yê Rejîma Siyonîst derbarê çawaniya kontrolkirina Xezeyê piştî şer wek xewn û xeyalekê nirxand. Vê bereyê ragihand: Gotinên wezîrê cengê yê dijminê siyonîst derbarê pîlanên wî bo kontrolkirina berdewam a ewlehiya Xezeyê , tam weke xewn û xeyalekê ye û roja piştî şer dê roja şikest û vekişîna tam a êrişkeran be û roja serkeftina berxwedanê be.