Mijdar 02, 2023 16:22 Asia/Tehran
  • Êrişa Îsraîlê bi bombeyên fosforê ser dibistana UNRWA li Xezzeyê

Rejîma Siyonîst îro di 27-mîn roja operasyona Bahoza El-Eqsayê dibistaneke din a UNRWA (Ajansa Alîkarî û Xebatê ya NY) li kempa El-Şatî bombebaran kir.

Artêşa Îsraîlê îro di 27emîn roja operasyona Bahoza El-Eqsayê de, bi bombeyên fosforê dibistaneke din a ser bi UNRWAyê ku hejmareke zêde ya penaberên filistînî penaha xwe biribûn wir, bombebaran kir.

Rejîma Siyonîst ji destpêka operasiyona bahoza El-Eqsayê di 7`ê Cotmeha îsal  wek berteka li himber zêdetir ji heftê salan cinayetên vê rejîmê li dijî gelê Filistînê, bêrêziya li mizgevta  Eqsayê û dorpêçkirina Zîvala Xezzeyê, çendîn caran nexweşxane û navendên dermankirinê, mizgevt û dibistanên Filistînê dane ber bombeyan. 

Piraniya rayedarên filistînî li Xezzeyê ragihandibûn ku di encama êrişên Rejîma Siyonîstî de 212 dibistan zirar dîtine û çalakiyên 45 dibistanan hatiye rawestandin û 2 hezar û 510 xwendekar şehîd bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê jî ragihand ku hejmara qurbaniyên êrişên Rejîma Siyonîst gihêştiye 8  hezar  û 805 şehîdî  û 22  hezar 240  kes jî birîndar bûne. 

Vê wezaretxaneyê her wiha got: Hejmara qurbaniyên Rêjîma zarokkuj ê siyonîst li navçeya Cebalyayê li bakurê zîvala Xezzeyê gihîştiye 195 şehîdan, 777 birîndar  bûne û 120 kes jî  bê ser û şûne bûne. 

Eşref El-Qedre berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê îro ragihand ku hejmara şehîdên vê zîvalê gihîştiye 9 hezar û 61 kesan ku 3 hezar û 760 zarok û 2 hezar û 326 jin in û 32 hezar kes hene.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê hişyarî derbarê rûdana  karesateke  tendrustiyê ji ber rawestana  xebata jeneratora  cereyanê ya nexweşxaneya Endonezyayê ya li Xezzeyê hişyarî da.  El-Qedre bang li hemû aliyan kir ku rêyeke  ewleh  bo derbaskirina alîkariyên pizîşkî ji bo Xezzeyê peyda bikin.

 

 

Serepeyv