Roja 14an a Operasyona Bahoza Eqsayê / Dewama tevkujiya welatiyên sivîl li Xezeyê heta revîna bajaroknişînên siyonîst
Leşkerên Rejîma Siyonîst piştî derbasbûna 14 rojan ji Operasyona Bahoza Eqsayê hema wisa ji bo cebirandina têkçûna xwe ya bi serşûrî, tevkujiya welatiyên sivîl li Xezeyê didomînin.
Rejîma Siyonîst a dagirker îro herî kêm 30 mûşek li bircên niştecihbûnê li bajarê El-Zehrayê li navenda Zîvala Xezeyê xistin û balefirên şêrr ên vê rejîmê Mizgefta El-Omerî li bajarê Cebalyayê li bakurê Xezeyê dan ber bombeyan.
Berxwedana Filistînê ku van rojan bi vîneke duberanber ji bo bidestxistina mafên xelkê mezlûm ê Filistînê bersiveke giran daye şerxwazî û cinayetên Rejîma Siyonîst, bi avêtina roketan ser bajaropkên siyonîstnişîn tirs û wehşet xistiye nav siyonîstan û bûye sebeb ew ji van bajarokan birevin. Mijara ku bû sebeb siyonîst bajaroka Keryat Şemûneyê li başûrê Libnanê vala bikin.
Ji aliyê din va, welatên rojavayî ku li hemberî xwestekên heq êbn filistîniyan sersaer mane, derdem piştî Operasyona Bahoza Eqsayê, bi awayekî berfireh berxwedana Filistînê şermezar kirine û pişta Rejîma Siyonîst digirin.
Di vî warî da, endamên Parlimana Ewropayê roja Pêncşemiyê di biryarnameyekê da ku bi 500 dengên erê, 21 dengên na û 24 dengêîn Bêla hat pesendkirin, hevgirtina xwe digel Rejîma Siyonîst a cinayetkar diyar kirin.
Parlimana Ewropayê di vê biryarnameyê da daxwaza azadkirina bilez a dîlên siyonîst ji aliyê Hemasê va kir û ragihand ku mafê îdiayî yê Til Avîvê ji bo berevaniya ji xwe "Li gorî Qanûnên Navneteweyî" bi fermî nas dike.
Di vî halî da, siyaseta ducûre ya mafên mirovan a welatên ewropî derheq meseleya Filistînê û tevkujiya welatiyên sivîl li Xezeyê, nîşana vêya ye ku Rejîma Siyonîst bi piştevaniyên aşkira û nihênî ya dawakerên derewker ên mafên mirovan ji wan Amerîka û welatên rojavayî, hema wisa cinayetên xwe li erdên dagirbûyî û tevkujiya xelkê mezlûm ê Filistînê didomîne.