Cotmeh 09, 2023 09:09 Asia/Tehran
  • Hejmara kuştiyên siyonîstan gihêşt 1000 kesî

Medyayeke siyonîst ragihand ku hejmara kuştiyên siyonîstan li encama operasiyonên vê dawiyê yên berxwedêrên Filistînê li erdên dagirbûyî gihîştiye 1000 kesî.

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) ji roja Şemiyê 7ê Cotmehê ve, wek berteka li hember şerûtiyên Rejîma Siyonîst, bi sedan mûşekan êrişî navçên dagirbûyî ji wan Telavîv, Eşdod û Eşqelanê kirine.

Rojnameya siyonîst Yediot Aharanotê ragihand ku hejmara kuştiyên siyonîstan di operasyona bahoza El-Eqsayê de gihîştiye 1000 kesî û hejmara kesên ku ji aliyê hêzên Hemasê ve hatine  hêsîrkirin jî zêdetir ji 150 kesî ye.

Pêştir medyayên Rejîma Siyonîstî raghandin ku li gor texmînan, hejmara girtiyên siyonîst li Gazayê di navbera 150 û 200 kesî de ye.

 Ziyad El-Nexleh, Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî êvara Yekşemê ragihand ku  vê tevgerê  bi tena serê xwe zêdetir ji 30 siyonîst dîl girtine.

Eva li halekê ye ku li gor  îtirafa artêşa siyonîst, berxwedêrên filistînî hîna  niha jî li navçên dagîrbûyî bi eskerên vê rejîmê  re şer dikin.

Hevgav serokê berê yê Mossadê li xwe mukir ku Tel Aviv ji êrîşên tevgera berxwedana Îslamî ya Filistînê Hamas matmayî bûye.

Efraîm Halevî, serokê berê yê Mosadê got: Ti hişyariyek me tunebû û derbasbûna endamên Hemasê ji sînorê Gqazayê nişkêve cih hat.

Serokê berê yê Mosadê her wiha got: Tişta ku li bajarokan qewimîn ji xeyalan derbas bû û me tu agahî tunebû ku Hemasê ev jimar mûşek hebin.

Ji aliyê din ve CNN ragihand ku di encama operasyona bahoza El-Eqsayê de herî kêm 3 welatiyên Amerîkî hatine kuştin.

Operasyona nişkêveyî  û berfireh a berxwedana Filistînê li erdên dagirbûyî di halekî de di roja xwe ya sêyemîn de didome, ku  hêzên komên din ên berxwedanê, yên wekî Cîhada Îslamî û Erîn El-Esûd jî tevlî têkoşerên Hemasê bûne û Hizbullah jî sê Baregehên guhdarîkirin û radarê yên siyonîstan li navçeya dagirbûyî ya Şebayê ya li başûrê Lubnanê hatin hedefgirtin û îmha kirin.

Xelkê navçê û û heta hin welatên ewropî jî piştevaniya xwe ji êrîşa vê dawiyê ya grûpên berxwedanê yên Filistînê bo ser Îsraîlê ragihandin.

Serepeyv