Îlon 16, 2023 15:25 Asia/Tehran
  • Zêdebûna operasyonên filistîniyan li dijî  Rejîma Siyonîst

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku duh bi xwefirekê herêma di bin kontrola komên berxwedanê yên Filistînê de kirine hedef.Her wiha sibeha roja Îniyê leşkerên Îsraîlê bi alavên leşkerî û jeepên leşkerî êrişî devera Ebûdîs li rojhilatê Qudsê kirin û li vê navçeyê di navbera wan û xortên filistînî de şer û pevçûnên dijwar qewimîn

.Zêdebûna operasiyonên dijî siyonîstan ji aliyê filistîniyan ve li kûrahiya Telavîvê di van rojên dawiyê de bûye sedema tirs û nîgeraniya karbidest û bajaroknişînên siyonîst ji tirsa van operasiyonan xwe li dijî filistîniyan zêde kirine.Piştî êrîşên siyonîstan, têkoşerên berxwedanê yên li rexê Rojavayî di berdewamiya têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeran da, di 24 saetên dawîn da li rexê Rojava 15 operasyonên berxwedanê cih anîn ku 4 ji wan gulebaran bûne.Her wiha Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê Hemas ji niştecihên erdên dagirbûyî yên sala 1948’an xwest ku li hember dagirkeran bisekinin û derbên giran li wan bidin. Tewfîq Ebû Neîm yek ji rayedarên tevgera Hemasê di gotarekê de got:

Mijara girtiyan di ewlewiyeta Hemas û girûpên berxwedanê û gelê Filistînê de ye. Niha nêzî 5000 girtiyên filistînî ji wan 41 jin û 140 zarok di girtîgehên Rejîma Siyonîst de girtî ne ku li ber cinayetên Rejîma Siyonîstî ne.Ji bilî alûgurên k behsa wan hat kirin, îro 16ê Îlonê salvegera cinayeteke din a Îsraîlê ye; Ji 16 heta 18 Îlona 1982`an êrişên artêşa siyonîst bi serpereştiya Arîel Şaron wezîrê cengê yê wê demê yê Rêjîma Siyonîst û hêzên Felange li ser kampên Sebra û Şatila li rojava Beyrûtê hatin kirin ku di encamê de 3500 kes ku piraniya wan jin û zarok bûn hatin kuştin.

Nasir Kananî berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê di salvegera kuştina Sebra Vaştila de ji aliyê Rejîma Siyonîst ve li ser tora civakî ya Xê nivîsî.

Ev cinayet tenê yek ji operasyona maşîna terora organîzebûyî ya rejîma cinayetkar a Îsraîlî ye li dijî welatiyên filistînî ji wan zarok, mêr û jinên bêguneh. Ji ber ku ev cinayet bi dehan sal in ku bi piştgirîya Amerîka û Ewrûpayê ji sîyonîstên îşxalker cih tên.

 

Serepeyv