Pêla germaya giran li seranserê cîhanê/ candayîna herîkêm 40 kesan di encama şewatên li Ewrûpayê
Ji ber germaya hewayê û rabûna bayên giran, şewata li daristanên Ewrûpayê berfireh bûye û heta niha 40 kesan canê xwe ji dest dane.
Havîna îsal ji ber tevlîbûna rewşa av û hewayê ya nasiyar bi Al Nînoyê bi guhertinê av û hewayê re, rewşa têna hewayê guheiye.
Gafîn Îsmît, zaniyarê pilebilind ê av û hewayê li NASAyê midehekê berî niha got: Tîrmeha îsal pir muhtemel e, topa erdê bibe şe3hedê germaya herî zêde ya sed salên derbasbûyî.
Bi hezaran persênêlên vemirandina êgir li hin beşên Yûnan û 8 welatên din ên Medîteraneyê yên mîna Îspanya, Îtalya û Porteqalê hewil didin êgir û şewatê kontrol bikin.Di eynî demê de, li grava Rodosê ya Yûnanistanê heta 6 mehîên din rewşa awarte hatiye ragihandin.
Têna zêde û bayê giran bûne sedem ku şewat li Portiqal,Tirkiye, Îtalya, Fransa, Kirovasî û Îspanyayê berfireh bibe û heta niha zêdetirî 40 kesa canê xwe ji dest dane.
Guhertinên av û hewayê û gerimbûna erdê di salên derbasbûyî de bûne sedema şewat û barîna baranên giran li seranserê cîhanê.
Ji ber pêla germaya bêmînak li Amerîkayê jî, navenda herî mezina belavkirina cereyanê li Amerîkayê ku 13 eyaletên rojhilata vî welatî digre ber xwe, rewşa awarte li hemî hêlên xwe da îlankirin.
Pêla germayê ev çend heftî ne hin beşên zav ên Amerîkayê dagirtiye û di rojên derbasbûyî de jî pêla germaya bêmînak Rojhilata Navîn jî girtiye ber xwe û piraniya welatên navçeya me jî rastî pêla germaya pir giran û bêmînak hatine. Pisporên vî warî hişyariyê didin ku divê gel tevî hişyarbûna li xwe bi baldarî çavkaniyên enerjiyê û avê bi kar bînin û zêde avê bikar neynin.