Sekreterê Giştî yê NY’yê derbarê qeyarana avê hişyarî da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i340323-sekreterê_giştî_yê_ny’yê_derbarê_qeyarana_avê_hişyarî_da
‘Antonio Guterres’, Sekreterê Giştî yê NY’yê derbarê rewşa avê hişyarî da û ji hemî welatan xwest ku bila bo rêveberiya wê ya hevpar bi hev re hevkarî bikin.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Adar 23, 2023 11:06 Asia/Tehran
  •  Sekreterê Giştî yê NY’yê derbarê qeyarana avê hişyarî da

‘Antonio Guterres’, Sekreterê Giştî yê NY’yê derbarê rewşa avê hişyarî da û ji hemî welatan xwest ku bila bo rêveberiya wê ya hevpar bi hev re hevkarî bikin.

‘Antonio Guterres’, Sekreterê Giştî yê NY’yê  di civîna cîhanî ya avê li avahiya NY’yê li New Yorkê de got: Em bi bikaranîna bêreje û nemayînde ya avê, hêvina jiyana mirovahiyê ji nav dibin û bi gerimkirina topa Erdê avê dikin hilim.

 Li gorî gotina Sekreterê Giştî yê NY’yê, mirovan gerra avê têk birine û êkosîstem ji nav birine û avên bin erdê lewitandine. Ji her çar bobelatên xwezayî, sê ji wan têkildarî avê ne û çar yekê nifûsa cîhanê ava vexwarinê tinene û nîvê wan jî teşkîlatên tendrustiyê yên bingehîn tinene.

Ji aliyê din ve, nêzîkî çar sêyê karesatên vê dawiyê têkildarê avê bûne.

 Beşeke ji lîsteya 17 xalî, garantîkirina ava vexwarinê û şêlavê hema mîna jinavbirina birçîtî, feqr û xizaniyê, wekheviya zayendî û rawestana li ber guhertinên av û hewayê ne ku divê ser xêra geşatiya mayînde ku ji aliyê NY’yê va hatiye amadekirin, cih were.

Civîna cîhanî ya avê ku li avahiya NY’yê li New Yorkê hatiye lidarxistin, biryar e sê rojan bidome.