Rapor | Roja bixîwn li Kampa Cênînê; Neh filistînî şehîd bûn
Eskerên Rejîma Siyonîstî bi êrişa ser Kampa Cênînê li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê, 9 filistînî ji wan pîrejinek şehîd kirin. Eskerekî siyonîst jî hat kuştin û hinek siyonîst jî di encama operasyona têkoşerên berxwedanê de birîndar bûn.
Piştî êrişa eskerên siyonîst ser Kampa Cênînê, Koma Berxwedana “Ketîbe Cênînê” ragihand: “Berxwedana Filistînê di halê rawestana li ber êrişa siyonîstan de ye û heta niha çendîn bombe û teqemenî ser rêya erebeyên dagirkeran teqandine û derbeyên rasterast û giran li siyonîstan xistine.”
Hêzên Berxwedanê karîn ku xwefirreke sîxorî û keşfê ya Rejîma Siyonîstî jî ser esmanê Kampa Cênînê bidin ber êrişan û wê sernixûn bikin.
Li gor nûçeyên vê dawiyê, eskerên siyonîst êrişî ser nexweşxaneyekê kirin û ber bi kesên nexweş va gulle avêtin ku di encamê de çend zarok birîndar bûn.
Mehmûd El-Seidî, Rêveberê Hîva Sor a Cênînê derbarê vê yekê de ragihand: “Eskerên siyonîst nahêlin em alîkarîyan raberî filistîniyan bikin. Lê hejmarek ji hêzên gîhandina alîkariyan bi fîdakarî karîn ku derbasî nava kampê bibin û birîndaran veguhezînin nexweşxaneyê.”
Wezareta Tenduristiyê yê Filistînê jî derbarê kiryara siyonîstan a avêtina gaza rondikrêj ber bi nexweşxaneyê agahî da ku di encamê de bêhna hinek nexweşan çik bûye.
Di eynî demê de, Ofîsa Siyasî ya ya HAMAS’ê ragihand ku rejîma dagirker, dê bedêla cinayeta xwe ya îro li Kampa Cênînê bide û dê bersiva Berxwedanê paşde nekeve.
Salih Al-Arorî, Cîgirê Serokê Ofîsa Siyasî ya Tevgera Hamas’ê wek berteka li hember vê cinayetê got: “Viyana gelê me bihêztir ji cinayeta Rejîma dagirker e û Cênîn û Rexê Rojavayê Çemê Urdinê û rûniştiyên wê yê têk neçin û viyan û qaweta wan yê hîna xurttir jî bibe.”
Ebdulletîf El-Qanû, Berdevkê Tevegra Berxwedana Îslamî, HAMAS û Taroq Selmî, Berdevkê Tevegra Cîhada Îslamî ya Filistînê jî bertek nîşanî cinayeta Rejîma Siyonîstî dan.
Ebdulletîf Qanû ragihand: “Reftarên kabîneya tundrê ya Binyamîn Netanyahû, Serokwezîrê Rejîma Siyonîst, dewama cinayet û şerûtiyê derheq filistîniyan, Mizgefta Eqsayê û hêsîrên filistînî, yê bereya Berxwedanê bo berevaniya ji erd û nirxên xwe yên pîroz ber bi Seyf Ul-Quds 2’ê va bibe.”
Taruq Selmî, Berdevkê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê jî mayîndebûn û wêrektiya Hêzên berxwedanê li Kampa Cênînê nîşana eşkere ya teqeziya filistîniyan ser mafê xwe û berevaniya ji wê bi her qîmetekê da zanîn û got: “Ger êrişên rejîma faşît a Îsraîlê ser gel û axa Filistînê û nirxên wê yên pîroz bên domandin, hêza berxwedanê amade ye ku her wextekê û li her cihekî li hember dagirkiran raweste.”