Kanûn 18, 2022 18:03 Asia/Tehran
  • Guardian: Belgeyên nû li ser cinayetên Rejîma Siyonîst dijî filistîniyan

 Rojnameya Guardian'ê hin belgeyên nû yên cinayetên Artêşa Rejîma Siyonîst dijî filistîniyan belav kirin ku bi piştgiriya Amerîkayê cih hatine.

Rapora The Guardian'ê amajeyî ser hin cinayetên Rejîma Siyonîst dijî filistîniyan dike ku bedreftariya tev zarokan, işkencekirina hêsîran, xirakirina malên filistînyan û siyaseta zext û zora dijî malbatên filistînî li rawestgehên lêgerînê digre ber xwe.

Vê raporê du xalên giring hene, ya ewilî: Ev cinayet bi şehediya endamên artêşa siyonîst ên berê hatine qeydkirin û lewma belgewar in. Ya dudyan jî: Di rapora Rojnameya Guardian'ê de hatiye teqezkirin ku destê Amerîkayê jî di cinayetên Rejîma Siyonîst de hebûye, ji ber ku dewleta Waşîngtonê piştgiriyên aborî dide artêşa dagirkir ku li dijî xelkê Filistînê tundûtûjiyê bike.

 Gerçî ku pêngava Rojnameya Guardian'ê di çarçoveya şikandina bêdengiya derbarê cinayetên Rejîma Siyonîst de, karekî hêja û binirx e, lê babetên ku wek cinayetên siyonîstan dijî filistîniyan hatine hilêxistin, ne bi qasî cinayetên vê rejîmê bûne.

 Pêştir hejmarek ji saziyên mafên mirovan ên nehikûmî, di raporên curbicur de amara hinek ji cinayetên Rejîma Siyonîst dijî filistîniyan derxistibûn.

 Saziya Lêborîna Navneteweyî roja 1ê Sibata 2022'an di raporekê de, girtinên neqanûnî, destdanîna ser erd û avahiyan, kuştinên neqanûnî, veguhestinên bi zorê, qedexeya hatin û çûyînê û girtina pêşiya perwerdeyê ji mînakên binpêkirina eşkere ya mafên mirovî yên filistîniyan dabû zanîn.

Ev cinayet di rewşekê de li dijî filistîniyan pêk tên ku Zîvala Xezeyê ji sala 2006'an va heta niha tam ji hêla Rejîma dagirkirê Qudsê va hatiye dagirkirin û saziyên hiqûqê yên cîhanî heta niha li hember van cinayetên Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezeyê karek nekirine, di halekî de ku NY'yê bi caran ragihandiye ku Xeze bûye zindana servekirî ya herî mezin cîhanê.

 

Serepeyv