Kanûn 16, 2022 19:07 Asia/Tehran
  • Derdora 6 hezar miliyar riyal pere ji bo planên pîşeyî li parêzgeha Kurdistanê

Rêveberê Gişt ê Pîşe, Maden û Bazirganiyê yê parêzgeha Kurdistanê got: Pênc hezar û 868 miliyar riyal pere terxanî 125 yekîneyên berhemanînê li vê parêzgehê hat kirin.

Bextiyar Xelîqî Rêveberê Gişt ê Pîşe, Maden û Bazirganiyê yê parêzgeha Kurdistanê li rojavayê Îranê di gotûbêja bi IRNA'yê da got: Ev qas pere ji bûceya geşatiya berhemanînê, Benda A, Têbîniya 18 ji qonaxa 56an a Plana Damezirandina Mayînde ya Gundan û Plana Tam'ê (Çavkanuiyên Hundirîn ên Bankê) di yek sala dawî da radestî yekîneyên berhemanînê li vê parêzgehê hatiye kirin.

Wî her wiha got: Asta herî zêde ya pereyên wergirtî têkildarê Geşatiya Berhemanînê bi 69 babetan bi qasî 2 hezar û 361 miliyar riyalî û Benda A, Têbîniya 18an a Qanûna Bûceyê bi 44 babetaqn bi qasî sê hezar û 272 miliyar riyalî bû.

Rêveberê Gişt ê Pîşe, Maden û Bazirganiyê yê parêzgeha Kurdistanê tevî amajeya bi vêya ku dayîna vê asta pere û hêsankariyan rewş ji bo damezirîn û karkirina sê hezar û 453 kesan dabîn kiriye, got: Cihanîna bernameyên pîşeyî yên pêşvebir û piştevaniya ji yekîneyên berhemanînê li parêzgeha Kurdistanê ji bo geşatiya berhemanîn û karkirinê li vê parêzgehê ji armancên mem yên herî pêşî ye.

Xelîqî bi gotina vêya ku heta niha 189 civînên Komxebata Hêsankirin û Rakirina Berbendên Berhemanînê li parêzgeha Kurdistanê hatine lidarxistin, got: Encama lidarxistina van civînan, vekolandin û hilêxistina hezar û 552 dosyeyan û 2 hezar û 769 têbîniyan bûye.

Rêveberê Gişt ê Pîşe, Maden û Bazirganiyê yê parêzgeha Kurdistanê bal kişande ser vê yekê ku zêdetirî sedî 70 ji pesendnameyên van civînan bi cih hatine û wiha domand: Ji pesendnameyên bicihhatî hezar û 495 pesendname yên bankî, 54 pesendname yên xerac û sermalê û 456 pesendname jî têkildarî beşên din bûne.

 

Serepeyv