Şiroveyek derbarê serfera serokomarê Tirkiyê bo Tehranê
Receb Teyib Erdogan serokomarê Tirkiyê li ser vexwandina fermî ya Seyd Îbrahîm Reîsî serokê Komara Îslamî ya Îranê êvariya roja duşemiyê (18`ê Tîrmehê) di serokatiya şandeke pilebilind a rayedarên siyasî û aborî de dê serdana Tehranê bike.
Di serdana Serokomarê Tirkiyê û şanda pê re, dê berpirsên her du aliyan li ser pêvajoya geşbûna hevkariyên aborî, bazirganî û siyasî yên di navbera her du welatan de gotûbêj bikin. Ji bilî hevdîtinên dualî, armanceke din a serdana Serokomarê Tirkiyê bo Têhranê beşdariya li heftemîn civîna serokên welatên garantor ên pêvajoya Astanayê ye ku biryar e li Têhranê bi amadebûna serokên Îran, Rûsya û Tirkiyê bi rê ve biçe. Di vê derbarê de biryar e sibeya roja sêşemî 19ê Tîrmehê merasima pêşwaziya fermî ya Serokomarê Tirkiyê li kompleksa dîrokî-çandî ya Sedabada Tehranê were lidarxistin. Serdana Erdogan a Tehranê di heman demê de pêk tê ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî dê serdana Tehranê bike û beşdarî lûtkeya her sê welatan bibe.
Di heftemîn civîna rêberên Îran, Rûsya û Tirkiyê de, dê mijarên girêdayî krîza navxweyî ya Sûriyê bên gotûbêjkirin. Ji bo vê yekê jî lidarxistina civîna Tehranê ji bo sê welatên beşdar û hikûmet û neteweyên din ên navçe û cîhanê girîng e.
Lêkolîna peywendiyên Îran û Tirkiyê weke du welatên cîran û misilman ji babeta dualî, navçeyî û navneteweyî ve girîng e. Bi taybetî ku di van salên dawî de, her du welatan ev rastî îsbat kirine ku şiyana wan heye ku ji bo welatên din ên herêmê û heta cîhanê rolek bibandor bilîzin. Di warê peywendiyên aborî yên Îran û Tirkiyê de jî, divê bê gotin ku peywendiyên her du welatan roj bi roj berferehtir dibin. Ev pêvajo nîşan dide ku Tehran û Enqere ji bo hevkariya dualî bi biryar in. Di warê hevkariya herêmî de, Îran û Tirkiye li gel Rûsyayê dikarin arîşeyên van herêman çareser bikin û nakokiyên navxwe û navçeyî yên welatên vê herêmê ji wan Sûriyê bidawî bînin. Her çend di vî warî de pirsgirêk hebin jî, tê pêşbînîkirin ku di demek nêzîk de ev pirsgirêk bi dawî bibin. Bê guman hebûna şêwirmendên Îranî û Rûsî li Sûriyê bi destûra hikûmeta rewa ya Serokê Sûriyê Beşar Esed di rojevê de ye. Di vî halî de hebûna artêşa Tirkiyê li Sûriyê neqanûnî ye û di demeke nêzîk de artêşa Tirkiyê dê neçar bibe ji Sûriyê vegere welatê xwe. Ji sala 2011an ve, hikûmeta Tirkiyê piştgirî da rûxandina hikûmeta rewa ya Beşar Esed li Sûriyê, ligel hikûmetên rojava yên bi serokatiya Amerîka û hinek ji hikûmetên Ereb ên paşverû yên dorhêla Kendava Farsê. Lê di sala 2018’an de dewleta Tirk ji ber kêşeya bi Amerîkayê re li Sûriyê êrişî vî welatî kir û beşek ji axa wê dagir kir. Eşkere ye ku ev kiryara artêşa Tirk neqanûnî ye û ti bingeheke wê ya qanûnî nîne. Hin pispor reftarên vê dawiyê wekî encama nîzama nû ya cîhanê dihesibînin. Nizamek ku dê cîhanê ji cîhana yekpolar ku Amerîka dixwaze rizgar bike û ber bi cîhanek pirpolar ve bibe.
Di vî warî de pisporê ermenî yê navdar "Harot Artin Araklian" wiha dibêje: "Di pergala nû ya cîhanê de ku roja îro tê holê, Tirkiye hewl dide rola hêza sêyemîn bigire ser xwe. Eger bi ser nekeve, wê ji qadê derkeve. Îro li Sûriyê êrîşkar Tirkiye ye."
Di heman demê de ev pisporê ermenî dibêje: "Tirkiye bi bidestxistina hemû çavkaniyên neft û gazê yên li Sûriye, Azerbaycan, Tirkmenîstanê ber bi Ewropayê ve diçe. Amûrên ku Enqere wê di pêşerojê de bi wan re bilîze ev in, eger van amûran nirxê xwe yê danûstandinê tune bin wê Tirkiye ji meydanê derkeve û bikeve alîkî".
Bi her awayî serdana Serokomarê Tirkiyê û şanda pilebilind a wî bo Tehranê ji bo hevkariyên dualî gelekî girîng e. Ji ber ku di vê seferê de beşeke girîng ji hevkariya Îran û Tirkiyê ji bo sala bê tê amadekirin. Hevdem, lidarxistina heftemîn civîna rêberên Îran, Rûsiye û Tirkiyê li Têhranê, pêngaveke din a sê welatan ji bo bidawîanîna pirsgirêkên navxweyî û navçeyî yên Sûriyê ye. Eger biryarên civîna Tehranê bên cîbicîkirin, bê şik Amerîkaya ku çavkaniyên petrolê yên Sûriyê didize, dê neçar bimîne ku ji vî welatî derkeve û vegere parzemîna Amerîkayê.