Tirkiye cîhanê şantaj dike da ku êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike
Du şopînerên rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê siyasetên dewleta Tirkiyê şîrove kirin û diyar kirin ku dewleta Tirkiyê bi van siyasetan dixwaze erêkirina navneteweyî ji bo pêkanîna êrişeke berfireh li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest bixe.
Li gorî rapora Hawar Newsê, NATO piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn hate avakirin. Ew bi xwe hevalbendiyeke leşkerî ya navneteweyî ye ku ji 30 dewletan pêk tê, armanca wê şerê li dijî Yekitiya Sovyetê ye.
Di rêziknameya wê de tê gotin, divê dewletên endam bi giştî, daxwazekê yan jî biryarekê erê bikin. Yanî heke dewletek li dijî biryarekê derkeve, ev yek têrê dike ku biryar bê betalkirin.
Di destpêkê de NATO ji 12 dewletan pêk dihat, lê rêzetevlêbûnê heta roja me ya îro ranewestiya. Makdonyaya Bakur dewleta 30 bû ku îsal tev li NATO`yê bû.
Beriya çend hefteyan jî, Swêd û Finlanda ku cîranên Rûsyayê ne, daxwaznameyeke tevlêbûna NATO`yê pêşkêş kir. Her du dewletan, piştî şerê Rûsya û Ukraynê, ev gav avêt. Lê Tirkiyê bi hiceta ku ev dewlet desteka kurdan û hêzên wan ên leşkerî dikin, daxwaznameya wan red dike.
Der barê helwesta her du dewletan û dijberiya Tirkiyê de, nivîskarê ji Misirê û pisporê kar û barên kurdî, Muhsin Ewadullah got: “Destwerdana li dijî gelê Ukraynê, dehfek da her du dewletan ku li pêşerojeke ewle û hêzekê li hember Rûsya bisekine, bigerin. Yanî xwestin sîwaneke ewle ji xwe re bibînin ku wan ji destwerdana Rûsyayê biparêze.”
Ewadullah bal kişand ser siyasetên ku Tirkiyê li ser asta cîhanê dimeşîne û got: “Tirkiyê hewl dide bi vê helwesta xwe ya dijberî tevlêbûna Swêd û Finlandayê, cîhanê şantaj bike da ku rê bidin wê ku operasyoneke leşkerî li bakurê Sûriyê pêk bîne. Redkirina ji aliyê Amerîkayê û dûre ya Rûsyayê û piraniya civata navneteweyî ve ya vê operasyonê, dê gelek zehmet bike ku Tirkiyê vê operasyonê pêk bîne.”
Sala 2019`an wek beşekê ji redkirina operasyona leşkerî ya Tirkiyê ji bo dagirkirina Serê kaniyê û Girê Spî, Swêd û Finlanda hinartina çekan ji Tirkiyê re qedexe kir.
Tirkiyê mijara tevlêbûna her du dewletan nav NATO`yê bi kar tîne, da ku tawîzan ji hemûyan bi dest bixe, heke şertên Erdogan ên têkildarî pejiradina QSD`ê wek hêzeke terorîst, bên qebûlkirin, wê demê dê rê bide ku her du dewletan ku tev li NATO`yê bibin.
Nivîskar û lêkolînerê siyasî Hisên Omer got ew nafikire ku tevlêbûna Swêd û Finlanda di NATO`ê de bandor li bakurê Sûriyê bike û got: “Di bingeh de her du jî endamên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê ne. Ji ber li her du welatan rêxistinên kurdî bi azadî kar dikin, Tirkiyê dijberiya wê dike. Ji ber wê Tirkiye ku dijberiya hebûna kurdî dike, şertan datîne ku tevgera aştiyane ya kurdî li her du dewletan bê qedexekirin.”
Omer texmîn nake ku berdêla tevlêbûna her du dewletan di NATO`yê de dê Bakur û Rojhilatê Sûriyê be. Ji ber her du dewlet nikarin biryarê têkildarî çarenûsa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin û qanûnên ewropî rê nade ku şertên Tirkiyê bên qebûlkirin.