Adar 01, 2022 16:20 Asia/Tehran
  •  Piştî 4 salan; Koçberên Efrînê: Berxwedan rêya yekane ya rizgariya Efrînê ye

Koçberên Efrînê got "Girêdana me bi xeta berxwedanê ve û mayîna me li kampê rêya yekane ya rizgariya Efrînê û vegera li warê xwe ye."

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Artêşa Tirkiyê û komên girêdayî bi wê di 20’ê Çileya 2018’an de bi zêdetirî 72 balafiran êrişî Herêma Efrînê kirin ku rûbera wê zêdetirî 3 hezar û 850 kîlometre çargoşe derbas nake.

Şêniyên Efrînê 58 rojan li hember topbaran û bombebarana bêserûber a bi tevahî cureyên çekan li ber xwe da. Di encama êrişan de bi hezaran welatiyî canê xwe ji dest da.

 

18’ê Adara 2018’an ku roja dagirkirina Efrînê û koçberkirina şêniyên wê ber bi Şehbayê be nêzîk dibe. Ev roj ji bo kurdan rojeke reş e tê hesibandin.  Şêniyên Efrînê yên li kamp û malên nîvwêrankirî ji bo rizgarkirina Efrînê û vegera li warê xwe ji nêzî 4 salan ve li ber xwe didin.

Li ser vê yekê koçberên Efrînê û niştecihên li kampa Berxwedan a navçeya Fafînê ya Şehbayê gotinên xwe anîn ziman.

Sultane Mihemed metirsiyên xwe ji topbarana dewleta Tirkiyê ya li ser Herêma Efrînê anî ziman û wiha got: "Em wê rojê ji bîr nakin, mîna ku duh bûye. Beriya 4 salan em di jiyaneke kêfxweş de di malên xwe de û bi ewle dijîn. Lê dagirkeriya Tirkiyê bi balafirên xwe yên şer bê ser û ber em bombebran kirin."

Sultane Mihemed wiha domand: "Me 58 rojan li hember tevahî cureyên êrişan li ber xwe da û ruxmî bi hezaran ji ciwan, zarok û jinên me şehîd bûne em teslîm nebûn. Lê armanca dagirkeriya Tirkiyê ew bû  ku bi çi rêbazî dibe bila bibe me ji herêmê derxe û malbatên çeteyan li şûna me bi cih bike da ku demografiyê biguhere û nasnameya me ji holê rake."

 

Sultane Mihemed da zanîn ku temamkirina planan, berê li ser hatibû lihevkirin ku bi destê hin xayînên ku bi lez xaka xwe firotin û dev ji armanca xwe ya avakirina yekitiya kurdan berdan pêk hat û wiha pê de çû: "Em îxaneta hin aliyên Kurd û hevkariya wan bi dewleta Tirkiyê re di qetilkirina birayên xwe û koçberkirina wan de ji bîr nakin."

Sultane Mihemed wiha bi dawî kir: "Ez niha xîtabî wan dikin, hebûna me li vir û dûrketina me ji xakê tiştekî naguhere, berovajî wê em ê li hember astengî û zehmetiyan di kampan de li ber xwe bidin, da ku veger û rizgarkirina herêmên xwe misoger bikin."

Li aliyekî din jî Osman Seydo  yekî din welatiyên efrînî got: "Derketina me bi darê zorê ji Efrînê, guhartina demografiya herêm û dibistanên zarokên me, ferzkirina zimanê tirkî li ser şêniyên resen ên mayî û hebûna me li vir bi nêzî 4 salan, nayê wateya ku me dev ji welat berdaye yan jî ji bîr kiriye. Armanca me îsrara mayîna li vir e heta ku herêmên xwe rizgar bikin û lê vegerin."

 

Zeyneb Oba li ser bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirkiyê got: "Ji dema ku em koçberî Şehbayê hatin kirin û heta roja îro ve, di nav bêdengiya hêzên hegemonîk de sûc têne kirin, bêyî ku hesab ji dagirkeran were xwestin. Ev dide diyarkirin ku ew jî hevkarên sûcan in."

 

 

Serepeyv